Demokrasî bingeha şanoyê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 25 Nîsan 2024 - 00:13

  • Şanogerê navdar ê Kurd Ghotbedîn Sadeghî ku beşdarî Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bû, diyar kir ku demokrasî bingeha şanoyê ye û şano hêman û semboleke sereke ya modernîteyê ye.

BAZÎD EVREN

Mihrîcana Şanoyê ya Amedê ya 9’an ku bi pêşengtiya Şanoya Bajêr a Amedê tê lidarxistin, bi bernameyên têr û tije dewam dike. Mihrîcana ku bi dirûşmeya “Bi Hebûna xwe, bi Xwebûna xwe” dest pê kir, wê heta 27’ê mehê bidome. Li gelek bajaran û 3 aliyên Kurdistanê komên şanoyê û kesayetên di warê hunerê de bi nav û deng in beşdarî mihrîcanê dibin. Yek jî wan kesan şanoger, sînemager û mamosteyê hunerê Ghotbedîn Sadeghî ye ku ji bajarê Sînê yê rojhilatê Kurdistanê ye. Sadeghî, şanogerekî Kurd e û di warê şanoyê de xwedî zanistiyeke bilind e. 

Sadeghî, hem rewşa şanoya Kurdî ya Rojhilat hem jî ya giştî ji nirxand.

Sadeghî, li bajarê Tehranê li Zanîngeha Hunerê lîsansa xwe kiriye û zanîngeh weke şagirtê herî serkeftî yê di dewra xwe de qedandiye. Master û doktoraya xwe jî li bajarê Starzbûrgê ya Fransayê xelas kiriye. Berî ku biçe Fransayê weke şanoger û rexnegirê şanoyê perwerdehî daye zarokan. Sadeghî, yekem kesê ku li Îran û rojhilatê Kurdistanê perwerdehiya şanoyê daye zarokan e.

Qonaxên Şanoya Kurdî li Rojhilat

Sadeghî behsa rewşa şanoya Kurdî ya li Rojhilatê kir û bi lêv kir ku gava ew ji Fransayê vedigere welêt rewşa şanoya Kurdî xerab bû. Sadeghî, rewşa şanoya Kurdî ya wê demê weke 3 qonaxan ji hev veqetand û got: “Qonaxa yekem şanoya Komara Kurdistanê bû ku demeke gelekî kêm hat lîstin. Qonaxa duyem Şoreşa Îslamî ya Îranê bû ku piştî Komara Kurdistanê belav dibe, pirtûk, muzîka Kurdî hwd. tê qedexekirin. Piştî Şoreşa Îslamî dîsa yek û yek li Seqiz, Mihabad, Sîne hwd. Kurd dest bi şanoyê dikin. Lê ev destpêkirin bi awayekî nedomdar bû. Qonaxa sêyemîn jî ew e ku ev 25 salên dawî li Rojhilat şanoya Kurdî bi awayekî domdar tê lîstin. Berê li bajarên Kurdan jî şano bi farisî dihat lîstin.”

Demek dirêj şano qedexe bû

Sadeghî bal bire ser bandora bûyerên siyasî yên li ser şanoyê û da zanîn ku yekemîn şanoya Kurdî ya li Rojhilatê hatiye lîstin di sala 1935’an de li sûka Sinê bû. Sadeghî, destnîşan kir ku hinek şagirtên Kurd jî di nava mizgeftan de şano lîstine û got: “Piştî guhertina rejîma Îranê demekî gelek kin şanoya Kurdî hat lîstin. Piştre hikumetê hertişt hilgirt bin desthilata xwe û dîsa şanoya Kurdî hat qedexe kirin. Piştî karesata Helepçeyê li bajarê Merîvanê bi hinceta vê karesatê şano hatin lîstin û ji rojhilatê Kurdistanê gelek komên şanoyê tevlîbûn. Vê yekê 5-6 sal dewam kir û piştre ev bernameya Helepçeyê bi dawî bû.”

Li Rojhilat jî mihrîcanên şanoyê hene 

Bi domdarî Sadeghî bi bîr xist ku piştî xelasbûna Bernameya Helepçeyê vê carê dîsa li Merîvanê Mihrîcana Şanoyê ya Kolanan dest pê kir. Sadeghî da zanîn ku niha Mihrîcana Şanoyê ya Kolanan, mihrîcana herî mezin ya Asyayê ye û gelek komên şanoyê û şanoger ji derveyî welat jî tev li vê mihrîcanê dibin. Sadeghî, bi domdarî ev tişt gotin: “Di heman demê de li Seqizê ev 16-17 sal in Mihrîcana Şanoya Kurdî heye û ez weke damezrînerekî di her du mihrîcanan de jî bi wan re bûm. Karên wan ên fermî li Tehranê tev min bi rê ve dibir ku ew mihrîcan bikaribin karê xwe bimeşînin. Niha ev her du mihrîcan jî bûne têgehek li rojhilatê Kurdistanê û ji bo ku hunermendên her çar parçeyên welêt hev nas bikin bûye platformek.”

Rewş baş e lê civak hîna jî girtiye 

Sadeghî şanoya Kurdî ya giştî jî nirxand û da zanîn ku niha li gorî wî rewşa şanoya Kurdî baş e. Sadeghî diyar kir ku çanda medenî ankû ya bajarbûyînê di nava Kurdan de hêj nû ye, lewma fikra modern di nava Kurdan de rûneniştiye. Sadeghî, anî ziman ku bingeha şanoyê demokrasî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku bingeha şanoyê demokrasî ye, şano yek ji hêman û sembolek sereke ya modernîteyê ye. Lewma tevlibûna gelê Kurd ya şanoyê kêm e. Ez li gorî welatên derûdorê dibêjim baş e, ez şanoya Kurdî nikarim bi welatên Ewrûpayê re mukayese bikim. Weke mînak, bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê cihekî yekem e ji bo çand û hunerê. Lê hêj jî miletê me di mijara şanoyê de girtî ne û nahêlin ciwanên wan bi şanoyê re eleqedar bibin. Civaka me hêj jî nahêle ku mirovek takekesî biryara xwe bide û vîna wê/wî qebûl nakin.”

Serhildan tesîrê li şanoyê dikin 

Sadeghî rola serhildanên Kurdan ya li ser şanoyê anî ziman û da zanîn ku bi serhildanan dixwazin motîvasyonekê di gel de çêbikin. Sadeghî, anî ziman ku ji ber vê yekê serhildan û geşedanên siyasî li ser şanoyê bandoreke mezin dike û mirov dikare problemên di nava civakê de bi rêya şanoyê ragihînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.