Çanda dêrîn vedijînin

Nûçeyên Çand/Huner

În 14 Mijdar 2025 - 00:54

CUDÎ ÎBRAHÎM / ANF / KOBANÊ

Dayîkên xwendawend, ji civaka xwezayî heta niha, kevneşopiyê bi destê xwe dirêsin. Li gel her rêsandinekê jî çîrokek tê vegotin.  Ew bi vê hunera xwe ya hêja çîrokên berê neqil dikin ji nifşên nû re û vê hunerê fêrî wan dikin. Ji serdemên kevin ve ye pêşiyên me rêsandina hirî û mûyî weke amadehiyeke sereke ya beriya zivistanê dikirin. Bi rêsandina hirî û mûyî mitêl tên çêkirin û bi wan mitêlan, xwe û zarokên xwe ji sar û seqema zivistanê diparastin.

Beriya pêşketina teknîkên nûjen, dayîkan piraniya karan bi destê xwe dikirin. Çandinî weke şêwazeke jiyanê ya domdar, bi destê dayîkan dihat kirin û bi destê dayîkê bereket dikete wê çandiniyê. Ne tenê çandinî, dayîkan bi dewlikan av ji bîran derdixistin, cil û bergên xwe û zarokên xwe pê dişûştin, karên xwe yên rojane li ser wê bîra avê ya li nava gund dikirin. Her wiha dema ku dayîk li hev kom dibûn stranên gelêrî û dengbêjîyê jî digotin.

Zivistan û hazirkirina hiriyê pez

Dayîkên Kobanê li malên xwe yên ji qoban, ax û keviran, bi cilên xwe yên Kurdî yên resen yên ji şeer, kofî, meles, piştan, xeftan, melût û bervanekê pêk dihatin, li xwe dikirin û bi wî awayî karên xwe yên rojane dikirin. Dayîkan di nava rojê de êzingên xwe kom dikirin, ew û zarokên xwe li dora êgir kom dibûn û li benda xwarineke germ diman.

Lê belê yek ji tişta herî sereke ya ku bi destê dayîkan dihat kirin, rêsandina mû û hiriya pez bû. Dayîkan beriya hatina zivistana dijwar, piştî birîna pezî, hiriya pezê xwe li ber rojê kom dikir, dişûşt, hişk dikir û dest bi jihevxistina wê dikir. Piştî rêsandina wan mû û hirîyê balîf, doşeng, kulav û mitêl dihatin çêkirin. Bi wan berhemên destçêkirî, xwe û zarokên xweji sar û seqema zivistanê diprastin û bi wî awayî xwe germ dikirin.

Karên berê bi adetên berê didomînin

A niha dîsa jî dayîkên ji Kobanê careke din bi destên xwe wî karê ku ji pêşiyên xwe fêr bûne, dikin. Dayîk ji bo ku zarok û newiyên xwe ji sarmayê biparêzin bi keda destê xwe mitêlan çêdikin. Dayîka ji Gundê Cibelferec ê li rojavayê Kobanê wê kevneşopiya xwe didomîne û dest bi kar û amadehiyan dike.

Di heman demê de dayîk ji bo zivistanê, mûneta xwe ango deboyên penêr, mireba, mekdûs, tirşî, bacan, kundir û îsotên hişk amade dikin.  Wan kel û pelên ku amade dikin ji zivistanê re dihêlin da ku wan wê demê bixwin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.