Bêrêxistinî dibe sedema mirinan
Şemî 15 Mijdar 2025 - 03:38

Ji Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk psîkolog Heval Sarya Zengîn têkildarî bûyerên xwekuştinê ku zêde bûne ji ANF'ê re axivî û got:"Weke Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk me daneyên xwekuştinê yên navbera salên 2000 û 2023'an kom kirin. Di nava van daneyan de em dibînin ku demên herî zêde bûyerên xwekuştinê rû dan, pêwendiya xwe bi krîzên aboriyê heye. Di heman demê de em dibînin ku salên 2021 û 2022'an gihîştiye asta herî bilind ku hingî îzolasyona civakî gelekî bilind bûbû. Di wan salan de hem li bajarên Kurdan hem jî li seranserê Tirkiyeyê bûyerên xwekuştinê zêde bûn. Lewma mirov dikarin krîza aboriyê û xizaniyê weke sedemên xwekuştinê nîşan bidin. Bi taybetî em dibînin ku li bajarên li ser sînor piştî sala 2015'an narkotîk gelekî zêde bûye. Yek ji faktorên herî girîng ên rîska têkildarî xwekuştinê bikaranîna alkol û madeyê ye."
Rewşa aborî ya nediyar bibandor e
Heval Sarya Zengîn ragihand ku di navbera 15 û 19 salî de bûyerên xwekuştinê gelekî rû dide û got:"Em li taxên nêzî hev dibînin ku ji heman temenî mirov xwe dikujin. Me ev yek li Sêweregê dît. Dibe ku şewbeke ku em jê re 'Bandora Werther' dibêjin hebe, yan jî em dikarin qala organîzasyonekê bikin ku yên ketine nava heman sîstemê û neçar hatine hiştin ku xwe bikujin. Zehmet e ku di vê mijarê de mirov tiştekî şênber bibêje, ji ber ku TUÎK di vê mijarê de daneyan pêşkêşî me nake. Di mijara xwekuştinê de dibêje 'nayê zanîn' an jî 'ji ber sedemên din' têne pênasekirin. Ji ber vê yekê em nikarin sedema xwekuştinê fêhm bikin û polîtîkayeke astengkirinê bimeşînin. Weke me got, têkildarî xwekuştina ciwanan pirsgirêkeke cidî ya narkotîkê heye. Bi taybetî nebûna yek a bi civakê re, tinehesibandina nasnameyê û lawaziya têkiliya bi civakê re dibe sedema xwekuştina ku em jê re 'egoîst' dibêjin. Bi taybetî ev yek di nava ciwanên Kurd de tê dîtin. Yek ji sedemên wê jî rewşa nediyar a aboriyê û xizanî ye. Ji ber ku di nava xwekuştina mirovên di navbera 15 û 19 salî de mirov dikare rewşa nebaş a aboriyê ya malbatê ku nikare debara xwe bike, bibînin."
Rizandineke cidî ya civakî heye
Heval Sarya Zengîn ragihand ku eger pêşî li bûyerên xwekuştinê neyê girtin dikare veguhere şewbeke civakî û got:"Rizandineke cidî ya civakî heye. Niha li Tirkiyeyê yekane bajarê ku mirovên kêmî 15 salî xwe dikujin Amed e. Çetebûyîneke mezin, zordarî, destavêtin û bikaranîna vê yekê weke şantajê heye. Li Colemêrgê di vê mijarê de bûyerekî rû da. Em ji nirxên exlaqî bêpar in ku ev nirx hevgirtina me diparêze. Bi taybetî em ji têgihiştina rêxistinê dûr in. Kes heta ku bi tenê bimîne yan jî bê hiştin wê bûyerên xwekuştinê rû bidin. Lewma bêyî dereng bikeve ji bo pêşîgirtina li xwekuştinê divê polîtîka bêne afirandin."
ANF/AMED














