Rik desthelatê têk dibe

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 23 Nîsan 2024 - 00:24

  • Ji mêvanên Mihrîcana Şanoya Amedê Sureyya Karacabey bal kişand ser têkoşîna hunermendan a li dijî qedexeyan û got: “Ez ji wê rikê pir bawer im. Ew rik dikare desthilatê bîne xwarê.” 

RÛKÎYE ADIGUZEL / MA / AMED

Mihrîcana Şanoyê ya Amedê a 9’an bi pêşengtiya Şanoya Bajar a Amedê, bi dirûşma "Bi hebûna xwe, bi xwebûna xwe” tê li dar xistin, didome. Mihrîcan dê bi lîstik û gotubêjên cur bi cur, heya 27’ê nîsanê dom bike. Nivîskar Doç Dr. Sureyya Karacabey derbarê zextên ser şanoyê û têkoşîna li dijî zextan tê meşandin axivî.

Karacabey yek ji wan akademisyenan e ku ji Beşa Şanoya Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê ya Zanîgeha Enqereyê hatiye îxrackiri. Karacabey bal kişand ser guherîna piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê û got: “Ez ji Enqereyê têm û bandora guherîna wê derê, min ji wîr hîs kir. Em gelek kêfxweş bûn. Me hemû lîstikan di cihekê de tenê temaşe dikir. Niha em ber vir û wir de diçin û tên. Ez ne ji Amedê me lê belê min hestên ku hemû mekan ên me ne, jiyam. Piştî demeke dirêj em ketin avahiyekî şaredariyê. Berê di wê şaredariyê de jî xebatên min hebûn.” 

Zext û zorî heye lê têkçûyîn tine

Karacabey li ser zextên li dijî şanoya Kurdî yên di dema AKP’ê sekinî û got: “Di dema desthilata AKP’ê de huner bûye wekî luks û dixwazin berdêla vê yeke jî hunermend bidin. Lê balkêş e ku rikek jî heye. Anku dest jê bernadin. Qeyûm tayînî şaredariyan kirin, ew derxistin derve, ma dest jê berdan? Bi ser ve dem derbas bû, ji xwe re cihekî girtin. Bi rastî yên ku bi hunerê re eleqedar dibin, rikekî wan heye. Ez bi wê rika wan bawer im. Ew rik dikare gelek desthilatan bîne xwarê. Ew (desthilat) nikarin bi wan. Anku hezaran sal in ev mirov xwe feda dikin, hest û ramanên xwe bi gel re parve dikin. Nikarin vê yeke ji destê me bistînin. Zor û zehmetî hene helbet lê têkçûn qethiyen.” 

Ma dê ev zarok ji çi bitirsin?

Karacabey anî ziman  di mijareke de israrkirin girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku hûn ji mafdarbûna xwe piştrast bûn, dema ku wijdana we rehet bû, yê ku li hemberî we çiqas zalim be û hiqûqê binpê bike jî ti tirs li we peyda nabin. Ma dê ev zarok ji çi bitirsin? Ji ber lîstikekî Kurdî çêkirine polis li ber derî digerin. Heke lîstik bi Tirkî, Ingilîzî an jî Fransî be dê qet pirsgirêk dernekeve. Dema ku hûn vana dibinîn hûn hêrs dibin. Di demên wisa de ji bo ku mirov paş de neçe her tiştî dikin. Bimin bi temamî ev zehmetî me araste dikin. Dê dawî li gor wan be, dê li ber xwe bidin û dê tu kes nikare pêşî li wan bigire.” 

Hunera bi zimanê zikmakî girîng e

Karacabey derheqê girîngiya hunera zimanê zikmakî de jî axivî û vî tiştî weke mafê her civakekî yê xwezayî bi nav kir. Karacabey got: “Belavkirina zimanê xwe yê zikmakî, xwendin û bi kesên heman zimanî diaxivin re parvekirin… Hemû qedexeyên li pêşiya vê tiştê bêbandor in û ez difikirim ku dê bi ser nekevin jî. Qedexe dikin, asteng dikin û di dilê raya giştî de jî bandorekî baş ava nakin. Ev yek girîng e. Ji ber ziman bîr, bîranîn, çîrok, stran û lorikan radigihîne. Şano jî yek ji bingehên herî xurt a vê yekê ye.”

Qedexekar dê têk biçin 

Karacabey qedexeyên demên berê yên li Ewrûpayê bi bîr xist û got; “Taybetî jî di walatên pirzimanî ev yek pir zalimane û kirêt bû. Bu tiştekî ku gelan tine dihesiband. Ez li Tirkiyê hatim dinê. Ji min re çi fêdeya qedexeyê heye ez wê fêm nakim. Pîrika min Oset bû. Min dixwest ez stranên Oset û Kurdî jî guhdar bikim. Ji ber wê dê di destên kesên qedexeker de ji têkçûnê bêhtir tiştek nemine. Kesên bi zimanekî diaxivin neçar in ku bîra wê jî ragihînin. Ji ber li hember wî zimanî û çandî berpirsyariya wan heye.” 

Li lîstikên qedexekirî xwedî derkevin

Karacabey di dawiya axaftina xwe de îşaret li lîstikên qedexekirî yên Kurdî kir û wiha derbirî: “Em dibînin ku lîstikên li hin cihên Tirkiyeyê tên lîstin, di Mihrîcana Şanoyê ya Amedê de tên lîstin. Aqlê kesên lîstikan qedexe dikin her tim yek e. Lê belê divê em xwedî li ew lîstikên tên qedexekirin derkevin.”  

Mihrîcan dewam dike

Listîka bi navê “Odip” û “Kabîl ka Habîl” ên di  Mihrîcana Şanoyê ya Amedê de hatine lîstin rastî eleqeyekî mezin hatin. 

Mihrîcana Şanoya Amedê di roja didome. Lîstikên “Odip” û “Kabîl Ka Habîl” li ser dika Çand Amedê hatin lîstin. Gelek hunermend, rojnameger, nivîskar û kes lîstik temaşe kirin. 

Di dawiya lîstikê de derhêner Perwîz Ehmedî bi ser navê koma xwe ya şanoyê ji destê Adil Hesen plaketê girt. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.