Ji bo ‘Shiva’ rûyên xwe boyax dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 25 Nîsan 2024 - 00:18

Wênegirê Misrî Yasser Alaa Mobarak di meha Adarê de çû Hindistanê da ku li festîvala pîroz ya Hindistanê ya bi navê “Maha Shivaratri” wêneyan bigire. Wî li Perestgeha Pashupatinath wêneyên gelek xweşik ên munzewiyên oldar girtine.

Festîvala “Maha Shivaratri” ji bo Xwedayê bi navê “Shiva” her sal tê lidarxistin.  Her wiha ev festîvala li Nepalê weke cejneke netweyî jî hatiye qebûlkirin û li hemû perestgehên welat tê pîrozkirin. Lê Perestgeha Pashupatinath ji perestgehên din cuda ye. Ji lewma ew weke diyariyekê ji bo enkarnasyona Shiva hatiye çêkirin. Heciyên ku tevlî vê festîvalê dibin li vê perestgehê dia dikin, fêkî û kulîlkan belav dikin. Her wiha ew medîtasyonê jî dikin. Bi vî awayî beden û ruhê xwe bi rîtûelên cuda têr dikin.

Yasser Alaa Mobarak di dema pîrozkirina vê cejnê de pirr bi serketî nêzî beşdarên festîvalê bûye û portreyên pirr xweşik zeft kiriye. Wî nexasim jî portreyê “Sadhu”yan girtiye ku ew li Hindistanê weke kesên pîroz tên dîtin. Ji bo xwedayên xwe temsîl bikin Sadhu rûyên xwe boyax dikin û bi vî awayî xwedayên xwe bibîr tînin. Yasser Alaa Mobarak bi van portreyên xwe yên rengîn bala xelkê dibe ser rêûresmeke kevn a li Hindistanê.

NEPAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.