
- Ermenên li Dirbêsiyê hewl didin bi hebûna xwe ya çandî nasnameya xwe di nava civakê de bidin rûniştandin û vê yekê wek erkeke dîrokî û berpirsyariya li hemberî nifşên bê dibînin.
Li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê çand û nasname bûne yek. Ciwanên Ermen hewl didin çanda xwe ku ji ber rewşên siyasî û civakî bi paş ketibû, vejînin. Bi rêya Mala Çanda Ermenî û Tevgera Ciwanên Ermen nifşekî nû yê bi nasnameya xwe ve girêdayî digihêje.
Li bajêr û bajarokên wê nêzî 40 malbatên Ermen hene. Piştî komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî Ermenan di 1916'an de, gelekan berê xwe da Sûriyeyê û li deverên cuda bi cih bûn, herî zêde jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê. Lê desthilata Baasê girîngiya pêwîst bi wan nedida.
Piştî biryara vegera Ermenan li welatê xwe di salên 1970'yî de, bi hezaran malbat vegeriyan û yên ku mane nedikarîn xebata siyasî û çandî bidin meşandin. Li bajarê Dirbêsiyê tenê dibistaneke Ermenan hebû ew jî ya ‘Kîlyan Vajaran’ e ku di salên 50'yî de hat vekirin lê di salên 70'yî de piştî biryara desthilata Baasê hat girtin.
Piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ermenan xwe dîsa bi rêxistin kir û çanda xwe vejand. Meclisa Civakî ya Ermenî, Tevgera Ciwanên Ermen û Mala Çanda Ermenî ava kirin.
‘Ermen xwe bi rêxistin dikin’
Girêdayî mijarê, nûnera Mala Çanda Ermenî ya Dirbêsiyê Nûr Vartanyan got berî şoreşa Sûriyeyê ji ber tirsa ku rejîma Baasê di nava civakê de çandibû, xebatên vejandina çanda Ermenan lawaz bûn û got: "Lê îro di sîstema neteweya demokratîk de Ermen xwe bi rêxistin dikin û nasname û çanda xwe wek beşeke resen a civaka herêmê nîşan didin.”
Mala Çanda Ermenan tê vekirin
Nûr Vartanyan destnîşan kir ku Tevgera Ciwanên Ermen û Mala Çanda Ermenî li ser vejandina çanda Ermenan bi awayekî berfirehtir dixebitin û got: "Di serî de amadekarî ji bo vekirina Mala Çanda Ermenî tê kirin, piştre çalakiyên çandî dê werin lidarxistin. Niha, komeke ciwanan ku ji 8 keç û xortan pêk tê û temenên wan ji 16 heta 22 saliyê ye, govend û şanoyên ji folklora Ermenan pêşkêş dikin û li Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê perwerde dibin."
Govendên li ser berxwedana gelê Ermen
Nûr Vartanyan got ew gelek govendên sembolîk wekî govenda Nazbar a li ser nazikiya jinên Ermen, Koçarî û Yaxoşta yên li ser hêza çiyayî û govenda Qela ya li ser berxwedana gelê Ermen pêşkêş dikin. Der barê zehmetiyan de Nûr Vartanyan got parastin û vejandina çandê ji bo ciwanan erkeke giran e lê belê pêwîst e. Di dawiya axaftina xwe de Nûr Vartanyan serbilindiya xwe bi çand û nasnameya xwe anî ziman û bang li tevahî ciwanan kir ku bi çanda xwe ve girêdayî bin û biparêzin. CAN ELEWÎ -ANHA/HESEKÊ







