Pêngavek ji bo Pirtûkxaneya Çemçemalê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 18 Kanûn 2025 - 17:30

  • Li Silêmaniyê, Rêxistina Geşepêdanê ya Sivîl (CDO) bi hemahengiya li gel Rêxistina Şarê Wêje û Hunerê û Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê pêngavek ji bo komkirin û bexşandina pirtûkan ji bo Pirtûkxaneya Giştî ya Çemçemalê ragihandin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de Rêveberê Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê Alan Reûf axivî û got: “Piştî lehiyên li Çemçemalê ku bûn sedema windahiyên can û mal, yek ji navendên ku ziyanek mezin dît Pirtûkxaneya Giştî ya Çemçemalê bû. Derbarê zirara li Pirtûkxaneya Giştî ya Çemçemalê de, me komîteyek ji bo tespîtkirina ziraran ava kir. Ji sedan 90’ê pirtûk û pêdiviyên pirtûkxaneyê zirar dîtine, zêdetirî 10 hezar pirtûkên ji çavkaniyên Kurdî û Erebî di bin avê de mane û êdî bikêr nayên. Her wiha zêdetirî 3 hezar rojname û kovar wêran bûne ku ev yek cihê fikarê ye.”

Alan Reûf diyar kir ku cihê keyfxweşiyê ku yekser piştî karesatê, ji her akliyekê ve destê alîkarî û hevkariyê hate dirêjkirin û got: “Navenda Kurdistanê pêngava nûjenkirina pirtûkxaneyê girt ser xwe. Di vê kampanyayê de, emê bi rêya pirtûkxaneyên hemû bajar û bajarokan alîkariyan ji welatiyan werbigirin û bi hemahengiya li gel CDO dê bigihînin Silêmaniyê.”

Welatî berheman dibexşînin

Piştre Nûnerê CDO’yê Dr. Sadiq Ebdulrehman di daxuyaniyê de axivî û wiha anî ziman: “Tîmên me kampanyayek ji bo komkirina pirtûkan ji bo Pirtûkxaneya Çemçemalê ragihandine. Dirûşma me ewe ku pirtûkxaneya Çemçemalê ji pirtûkxaneyek wergir veguherînin pirtûkxaneyek bexşvanê pirtûkan. Di serê kampanyayê de, Hemîd Bedirxan bi rêya CDO’yê biryar daye ku pirtûkxaneya xwe ku zêdetirî 15 hezar pirtûkan tê de hene, bi bexşîne. Li gel vê welatî jî bi berdewam tên pirtûkan dibexşînin.”

Hêjayî gotinêye ku heftiya borî pêlek tund a baranê Herêma Kurdistanê bi xwe girt. Her wiha barîna tund a baranê bû sedema lehiyan. Di encama lehiyan de li Çemçemal, Kelar û Kerkûkê 5 welatî jiyana xwe ji dest dan û hejmarek jî birîndar bûn. Her wiha ziyanek mezin bi malên welatiyan û saziyên hikûmetê ket. Yek ji cihên herî zêde zerer dîtî jî Pirtûkxaneya Giştî ya Çemçemalê bû. ROJNEWS/SILÊMANÎ

 

* * *

Wêneyên xweşik ên xwezaya Kurdistanê

Li hola Muzexaneya Emnesor a bajarê Silêmanî, ji aliyê Rêveberiya Ciwanên Parêzgeha Silêmanî û Navenda Werzîşa Ciwanên Kurdistanê ve bi hevkariya komek wênekêşên Kurdistanê, pêşangehek bi sernavê ‘Wêneyên bêhempa’ bi amadebûna wênegir û kesên navdar ên bajarê Silêmanî hat vekirin.

Di pêşangehê de gelek wêneyên bedew, wêneyên xwezaya Kurdistanê ku ji aliyê wênegirên Kurd ve hatine kişandin ve hatin pêşandan. Pêşangeh wê du rojan bidome.

Şêwekar Arîna Şêrzad a di pêşangehê de amade bû wiha got: “Hebûna pêşangehan ji bo pêşandana parçe û xaka Kurdistanê xebatek girîng e. Her wiha gelek hemwelatî nikarin serdana xwezaya Kurdistanê bikin lê belê ev pêşangeha ku ji aliyê koma ciwanan ve hatiye vekirin, tevahî werz, xweza û çiyayên Kurdistanê di nava vê holê de daye pêşandan. Ez di wê hêviyê de me ku dayîk û bav zarokên xwe bînin serdana pêşangehê da ku xweza û xaka Kurdistanê nas bikin. Her wiha ji bo ku nifşê nû li ser fikrên Kurdewar mezin bibin û xaka xwe binasin.”

‘Divê nifşê nû xwezaya xwe nas bike’

Kejal Hadî wiha got: “Me bi riya koma çiyagerî serdana vê pêşangehê kir. Her wiha tevî li çend herêmên Kurdistanê geriyame jî vê pêşangehê hemû xwezaya Kurdistanê pêşan daye. Hebûna van pêşangehan ji bo nifşên nû gelek girîng e. Divê aliyên pêwendîdar girîngî bidin mijarên xwezayî û pêşandanan.” JÎNHA/SILÊMANÎ

 

* * *

Li Qamişlo şevbihêrka kurteçîrokan

Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê şevbuhêrkek ji bo xwendina kurteçîrokên di Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokan a 2ˊyemîn de serkeftine li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê organîze kir. Di şevbuhêrkê de hejmarek ji nivîskar, rewşenbîr û helbestvanan amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Yûsif Kotê bixêrhatina amadebûyan kir û diyar kir ku çîrok di çanda Kurd de girîng e. Kotê da zanîn ku kurteçîrokên serketiyan di festîvalê de nehatin xwendin, ji lew re pêdivî bû şevbuhêrkek serbixwe ji bo xwendinê were lidarxistin.

Di şevbuhêrkê de hejmarek kurteçîrokên serketiyan hatin xwendin; kurteçîroka bi zimanê Erebî ya nivîskar Diyaa Îskender, kurteçîroka Kurdî ya nivîskar Medya Berekat, kurteçîroka bi zimanê Erebî ya nivîskar Kurdistan Yûsif, kurteçîroka bi zimanê erebî ya nivîskar Xelîl El Icêl, kurteçîroka Kurdî ya nivîskar Şêrîn Yûsif, kurteçîroka Erebî ya nivîskar Kawa Derwîş.

Di dawiyê de asta serketiyan di kurteçîrokan de hatin ragihandin, spasiya amadebûyan û nivsîkaran hat kirin. ANHA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.