Mihrîcana Rojava dest pê kir

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 21 Kanûn 2025 - 17:30

  • Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11ˊemîn ku her salê ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve tê birêxistinkirin, di bin dirûşma "Asmanê Welêt Têra Xwenên me Hemûyan Dike" dest pê kir.

Rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, hunermend, helbestvan û endamên saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl  tev li bernameya roja yekemîn a li navenda HRRK`ê ya bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê rêveber ê Komîteya Hevbeş a Nivîskaran û Rewşenbîrên Kurd li Rojava Telal Dêrikvanî axivî û diyar kir ku "Mîhrîcanê li malbatên şehîdan û şervanên di çeperê şer de yên ku parastina me dikin, pîroz dikin, her wiha li hemû nivîskar û rewşenbîrên xwe jî pîroz dikin." Paşê Endamê Desteya Rêveber a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Kemal Necim axivî. Necim mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11`emîn li hemû haziran pîroz kir û bi xêrhatina hemû mêvanan kir.

Paşê panelek bi navê "Nirxandina kar û xebatên Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê" ji hêla Kemal Necim ve, bi beşdariya endamên HRRKˊê Luqman Yûsif, Qadir Egîd, Telal Dêrikvanî, Behrîn Oso, Dêrsim Elî, hat birêvebirin. Di panelê de hat diyarkirin ku ev deste ji 11`ê Nîsana vê salê dest pê kiriye, ji 5 Yekiteyên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê yên rewşenbîr û nivîskaran pêk tê, çalakiyên meha derbasbûyî yên ku ji dema damezrandina wê ve hate nîqaşkirin. 

Hate destnîşankirin ku kar û xebatên wan heya astekê baş bû, di demên pêş de çalakiyên berfirehtir wê bên lidarxistin. Roja yekemîn ji mîhrîcanê bi helbest û çîrokên bi zimanê Kurdî û rrebî bi dawî bû. Mîhrîcan heta 30`yê Kanûnê (2025) bi dawî didome. ANHA/QAMIŞLO

 

* * *

 

Li Amedê ‘Mala Çîrokbêjan’ vebû

Li Amedê heta niha "Mala Dengbêjan" hebû, niha jî "Mala Çîrokbêjan" hat vekirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ev bar girtiye sen milên xwe û ev mal vekir. Armanc jê ew e ku mîrata bihêz a paşerojê û pêzanînên heyî yên kal û pîran ji bo nifşên nû bêne pêşkêş kirin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Kêmendam û Kalûpîran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ev xebat kiriye. Mala Çîrokbêjan li navçeya Baglarê, li hundirê Parka Koşuyoluyê hate vekirin.

Di merasima vekirina Mala Dengbêjan de  Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, Cîgirê Sekreterê Giştî Emrah Erdal, Serokê Daîreya Xizmetên Kêmendam û Kalûpîran Îsmaîl Degîrmencî, gelek kes û hinek dengbêj amade bûn.

Mala Çîrokbêjan ne tenê mekanekî vegotina çîrokan e; di heman demê de xwedî taybetmendiya navendeke bîra çandî ye. Di navendê de dengbêj, çîrokbêj, hosteyên hunerên destan û jinên zana yên gel, dê çîrokên ji jiyana xwe parzûnkirî bi zarokan re parve bikin. Zarok dê bi saya van hevdîtinan hem dewlemendiya ziman hem jî rehên xwe yên çandî hîn bibin.

Di merasima vekirina Mala Çîrokbêjan de kal û pîran çîrokên xwe vegotin û dengbêjan jî bi stranên xwe reng dan çalakiyê.
Mala Çîrokbêjan dê di rojên hefteyê de di navbera saet 08:00–17:00’an de xizmetê bide. NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

* * *

Li Kobanê pêşangeha ‘Bîrdanka Rengan’

Bi dirûşmeya ‘Bîrdanka Rengan’ pêşengeha 6’emîn a şêwekariyê li kantona Firatê bi amadebûna 15 şêwekaran hat lidarxistin. Di tabloyan de folklora Kurdî, wêneyên pêşengên Kurdan û wêneyên xwezayê hatin neqişkirin. Her tablo di nava wir de xwediyê çîrokeke cuda bû û di her tabloyekê de şêwekar bi rengê xwe qala derbirîna hestên xwe kiriye.

Şêwekarê bi navê Mihemed Semo ku wêneyê Rêber Apo neqiş kiriye, wiha qala tabloyên xwe dike: “Ev pêşengeh di nava xwe de 50 tabloyan dihewîne, çîrokên wê girêdayî folklora Kurdî û kesên pêşeng ên Kurdan e. Min bi xwe xwest ez Rêberê xwe neqiş bikim. Dema ku mirov tabloyekê neqiş dike, dixwaze hestê xwe yê hunerî yê Kurdî bide xêzkirin.”

Dema ku şêwekar wêneyekê xêz dike, divê wê hestê jiyan bike. Her dema ez hestekî hîs dikim, dixwazim di nava tabloyên xwe de jî wê yekê diyar bikim. Ez bi hunera Kurdî hîs dikim, di nava hemû tabloyên min de çîroka folklora Kurdî li pêş e.”

Şêwekara bi navê Cîhan Şahîn jî ev tişt got: “Hemû tabloyên me xwediyê çîrokên Kurdî ne, di vê pêşengehê de me ew pêşengên Kurd û şehîdên xwe jî bi bîr anîn. Hemû êşên ku me jiyan kirî, me bi hestên xwe li ser tabloyê neqiş kir.” ANF/KOBANÊ

 

* * *

 

Li Wanê ‘Şeva Yelda’ hat pîrozkirin

Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), Sendîkaya Kedkarên Zanist û Xizmetên Civakî (Egîtîm-Sen) û Aryen Çandê bi boneya 21ê Kanûnê Şeva Yeldayê li eywana ŞanoWanê bernameyek li dar xist. Di eywanê de pankarta “parastina çandê, parastina zimanê Kurdî û jiyana Kurdewarî ye” hat daliqandin. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî bernameyê da û eywan tije bû. Gelek welatî jî li ber derî man û tenê deng guhdar kirin. Eywana bernameyê bi hinaran ku semboleke Şeva Yeldayê ye, hat xemilandin û find hatin pêxistin.

Di bernameye de ewilî helbest hatin xwendin. Piştî helbestan çîrokbêj Mihemed Bîlen derket ser dikê çîrok ji beşdaran re got. Beşdaran bi eleqeyeke mezin guhdariya çîrokê kir û bi coş li çepikan dan.

Herî dawî hunermend Neslîhan Edîş derket ser dikê û stranên xwe gotin. Beşdaran bi baldarî guhdariya stranan kir û cîh cîh jî govend gerandin.

Bername piştî konsera Neslîhan Edîş bi dawî bû. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.