
- Wisa digot ciwanekî Rojavayî ku ez di korîdorê de rastî wî hatim; “Hunermendên me bi stranên xwe sînoran radikin û çar parça Kurdistanê di yekîtiyê de digihînin hev.“ Li konsera ‘Resîtala Netewî’ yekîtiya Kurdan li dar bû.
ARAT ARAT / HANNOVER
Wekî ku ciwanê Rojavayî gotibû, sînor bi hunerê radibûn. Belê, tam wisa bû. Çar parça bi hev re bûn. Melodiyên bi Kurmancî, Dimilkî û Soranî hatin gotin…Bi hezaran Kurd li salonê hatibûn ba hev ev stran van ji welatê xwe hatibûn dûrxistin, çem bi çem, deşt bi deş, çiya bi çiya, bajar bi bajar digerandin. Wan ji bo demeke kurt be jî li Kurdistanê dikirin mêvan. Dirûşmeyên weke “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”, “Jiyan Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Kurdistan” hatin berzkirin. Her wiha hunermendên derketin ser dikê Qetlîama Meraşê jî bibîranîn û Cejna Êzî ya xelkên Êzidî jî pîroz kirin.
“Orkestraya Netewî” li navenda kongre û çalakiyên herî mezin a Elmanyayê, ya ku 23 hezar m² qada xwe heye, ya ku di sala 1914’an de hatiye çêkirin û 3570 kesî digire hundir, ango li “Kuppelsaal“ dihat lidarxistin. Ev salon di dîroka xwe de ji bo yekem car mêvaniya melodiyên sirûştî yên muzîka Kurdî ya bi hezaran salî ya xwedî mîsyonek dîrokî dikir. Avahiya mîmarî ya salonê, dekorasyon û her wiha ronahiya hatibû sêwirandin mirov dibir warekî dîtir. Bi her awayî atmosfereke bi efsûn bû.
Em bi hezaran guhdaran re bi kelecan li benda destpêkirina bernameyê bûn. Guhdar ketibûn hundirê salonê û salon tije bû. Her kes cihê xwe girtibû. Ronahî li gorî şêwaza konserê vemirîn. Tîma orkestrayê ya 40 kesî cihê xwe girt. Kerem Çelik bi navê organîzasyonê spasiya her kesê ku keda wî di organîzasyonê de hebû kir, paşê dik radestî şefê orkestrayê Erdem Altınses kir.
Bi dengên xwe sînoran radikirin
Di beşa yekem de 12 dengên zêrîn bi rêzê derketin ser dikê û her yek stranek gotin. Bi rêzê Azad Bedran, Şehribana Kurdî, Hesen Şerif, Dodan, Çopî, Mehmet Atlı, Bilind İbrahim, Gülseven Medar, Mehmet Akbaş, Xêro Abbas, Yelda Abbasi, Bermal Çem derketin ser dikê. Her hunermendê derdiket ser dikê bi kesên li salonê re hêviya azadiyê çêdikir. Bi her dengekî, bi her stranê re sînorên ku Kurdistanê cuda dikin radikirin. Ewil Azad Bedran bi strana “Li Qamişlo” derketibû ser dikê. dest, mil û mîmîkên Erdem Altınses ku orkestrayê bi rê ve dibir – û di nav wan de Rojhilatîyên dûr, Ewropî, Kurdên Kurdistanê hebûn – melodiyên ku ew birêve dibirin adeta nefesê dida dilan. Tempo ya muhteşem a orkestrayê ya 40 kesî hêjayî guhdarîkirinê bû. Gava ku dîmena hunerî ya salonê, tertîba deng bi melodiyên dîrokî yên Kurdistanê re dibûn yek, hunerek ku nayê şirovekirin derdiket holê. Ev atmosfer bi her awayî hêjayî dîtinê bû.
Êşên dilan derman kirin
Her hunermendê ku digihîşt ser dikê, êşên gelê Kurd, zilmên ku ew jiyabûn, pratîkên nijadperest-faşîst ên ku ew rastî wan hatin û ya herî girîng yekîtî, bi gotinên kurt kurt behs dikirin û bi melodî û dengên xwe êşê derman dikirin. Ew tekez dikirin ku divê dilên ku di çar parçeyan de hatine cuda kirin bi stranên re bibin yek û bi hev re bin. Silavên ji Rojhilat, Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê ku ew jê hatibûn, rasterast gihandin kesên li salonê. Xweşbûna yekbûnê, girîngî û hesasiyeta organîzasyonê anîn ziman û spasiya her kesî kirin. Helbet çepik hem ji bo wan hem jî ji bo evîna azadiyê -ya ku bi tesîra hunerê geştir dibe- bû. Her kesê ku li ser dikê diaxivî behsa hêvî û azadiyê dikir. Stran, cilûbergên Kurdî û alên li ser sehneyê yekîtiya Kurdan dianîn ziman. Bi hezaran evîndarên muzîkê ji bo ku karibin li van hunermendan û stranên wan guhdarî bikin ji bajarên cuda ango cihên dûr hatin.
‘Dem dema hunerê ye’
Siyasetmedarê Kurd Îdrîs Baluken jî di nav guhdaran de bû. Wî jî li ser piya got; “Girîngiyeke dîrokî ya vê konserê heye. Nasnameya Kurdî îro li ser dikê ye û her wiha çanda Kurdî xwe nîşan dide. Her wiha çar parçe Kurdistan li ser dikê hate ba hev.” Li kêleka min Hozan Comerd rûdinişt wî ji bi kêfxweşî li konserê temaşe dikir. Wî jî wiha got; “Niha dem dema hunerê ye. Rola şer hebû û peywira xwe pêk anî. Ev destpêkek e. Xewnên şehîdên me û yên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide îro dibin rastî.” Azad Bedran jî hestên xwe wiha parve kir; “Ez pirr kêfxweşim ku ji her çar parçeyên Kurdistanê hunermend gihandin hev. Em bi hêvî ne ku ew ê çar parçe bibe yek.”
Piştî navbereke kurt, hunermend di tûra duyem de dîsa derketin ser dikê û her yek dîsa stranek gotin. Piştî ku ev tûr qediya, hemû hunermend gihaştin ser dikê. Coş gihaşt lûtkeyê û dirûşme gihaştin asta qîrînê. 12 dil bi hev re ji bo Kurdistanê strana “Welat Çiqas Xweş e“ digotin. Çepik, lîlandin, hestên ku sînor şikandin, yên ku ji dûr hatibûn û salon tije kiribûn bi yek dengî strana “Welat Çiqas Xweş e“ digotin.







