Newayek, du çîrok, du rêwitî

Nûçeyên Çand/Huner

În 19 Kanûn 2025 - 17:15

  • Dema mirov bi xwe bibe stran gelo wê kîjan peyv an gotin bibe pênaseyek rast ji bo wê kesê? Ger wateya pîroz a çiyayan li xwe bar kiribe? Ger hemû bedewiyên xezalên kuvî ji bejin, çav û ji ruyên wê biherikê. Ma qey mimkun e gotin bi hawara vê bedewiyê ve bazdin? Hevrêya me Cîhan Bilgîn li dû xwe gelek wate hiştin. Û ew bi xwe bû wateya herî giranbuha. Di nav hemû bedewiyên wê de dengê wê jî bedew e.

Stran bi qasî gotin bi newayê jî watedar in. Her stran ji çîrokekê tê. Her çîrok jî xwe disperê lehengî, wêrekî û xweşikiyek. Evîndariyên dijwar sitûna gelek çîrokên bi nav û deng in. Mîna çîroka Çiyayê Sîpanê. Qehramanê vê çîroka bi nav û deng Xecê û Siyamend e. Çiyayê Sîpanê, sitara hemû bedewî û evîndariyan. Sitara Xecê û Siyamendên hemdemî. Sitara xezalên kuvî ye. Dema çîroka stranek dibe çîroka bedewek karxezalî, hingê wateya wê giranbuhatir dibe. Strana Çiyayê Sîpanê stranek gelêrî ya Kurdan e. Her çiqas bi awa û zimanê din jî hatibe gotin, di nav reseniya wê de Çiya û Evîndarî heye.

Dîroka stranê

Dîrokek vê stranê ya kevnar heye. Ji aliyê gelek hunermendên navdar yên Kurd ve bi zimanê tirkî jî hatiye gotin. Lê bi qasî ya Suheyla Taş ne bi bandor bun. Ji ber ku Suheyla Taş girtiyek siyasî û jinek şoreşgar a Kurd e. Suheyla Taş di sala 2017’an de li Amedê tê girtin û 11 sal û 5 meh cezayê zindanê lê tê birîn. Di heman salê de sirgûnî Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê tê kirin. Ji ber tecrîda mutlaq û ya giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî ferzkirin hemû girtiyên siyasî bi pêşengiya siyasetmedara Kurd Leyla Guven, di 26’ê Kanûna 2018’an de dest bi greva birçîbûne ya bêdem û bêdorveger kiridibin. Suheyla Taş jî ji Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê bi tevî hevalên xwe beşdarî vê çalakiyê dibe. Di roja 10’an a greva birçîbûnê de bi riya telefonê bi dayîka xwe re diaxivê û strana Çiyayê Sipanê bi zimanê tirkî dibêjê û diyariyî hemû çalakvanên di greva birçîbunê de ne dike. Di 26’ê Gulana 2019’an de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî bi dawî bû.  Lê strana “Çiyayê Sîpanê” ya ku ji aliyê Suheyla Taş ve hatiye gotin di nava raya giştî de deng veda.

Rojnamevan Cîhan Bîlgîn jî ji wê rojê ve ji vê stranê têr nabe û jê hez dike. Ev stran dibe strana ku hêrî zêde jê hez dike û her li ser lêvên wê dimîne. Ji Suheyla heya Cîhan dema armanc û rê dibe yek, stran jî dibe yek. Nexasim dema armanc azadî û derxistina rastiyan ji tarîtiyê be û di oxira vê yekê de bedêl be giyan, hîn giranbihatir dibe sitran û kesên ku ew gotine… JÎNHA

 

* * *

Romana ‘Dengvedana Êşan’ hate îmze kirin

Li Pirtûkxaneya Şilêr a bajarê Qamişloyê şahiya îmzekirina pirtûka Merwan Berekat ya bi navê “Dengvedana Êşan” hat lidarxistin.

Di şahiyê de rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, endamên Pirtûkxaneya Şilêr û Yekitiyên Rewşenbîrên kantona Cizîrê amade bûn.

Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre nivîskar Merwan Berekat axivî. Berekat diyar kir ku xwendina pirtûkan, nivîsandina wan hêmana sereke ya bidestxistina zanistê û pêşketina mirovan e. Berekat da zanîn ku wî di 2018ˊan de dest bi nivîsandina vê pirtûkê kiriye û di 2025ˊan de hate çapkirin. Naveroka pirtûkê behsa êş û zehmetiyên gelê Efrînê tê re derbas bûye kir.

Berekat spasiya hemû kesên beşdarî çapkirina pirtûkê û amadekirina wê bûne, kir. Di dawiyê de pirtûk hat îmzekirin û li beşdaran hat belavkirin.

Nivîskar Merwan Berekat kî ye?

Li gundê Soxanekê yê bajarê Şêrawa yê Efrînê di 1964ˊan de ji dayik bûye. Xwendina seretayî li dibistana gundê xwe xwendiye, û qonaxên navîn û amadayî li dibistanên bajarê Helebê bi dawî kiriye. Piştre Peymangeha Bazirganî li bajarê Helebê bi dawî kiriye. Di sala 1987ˊan de, li zanîngeha bajarê Helebê Fakulteya Wêjeyê beşa Wêjeya Îngilîzî dixwîne.

Di sala duyem a xwendina fakulteyê de, bi birayara saziyên ewlehiyê yên dewleta Sûriyayê ji xwendina zanîngehê tê dûrxistin. Sedema wê dûrxistinê ew bû ku bi zimanê Kurdî dinivîsand û ciwanên Kurd bi dizî fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî dikirin.

Di navbera salên 1989-1994ˊan de, anku 5 salan di dibistanên herêma Efrînê de karê mamostetiyê dikir. Di 1984ˊan dest bi nivîsandina kurteçîrok û helbesta Kurdî dike. Di sala 1989ˊan de, yekem helbesta xwe (Ez Kurd im) di Kovara XUNAVˊê de diweşîne. ANHA/QAMIŞLO

 

* * *

Komeke nû ya şanoyê; Şanogel

Li Amedê komeke şanoyê ya bi zimanê Kurdî bi navê Şanogel hat avakirin. Koma Şanogel a ji 10 kesan pêk tê, di 23'yê Mijdarê de li Şanoya Bajêr a Amedê yekem lîstika xwe ya bi navê "Şermorî" pêşkêş kir. Lîstik dê di 25'ê Kanûnê de dîsa li Şanoya Bajêr a Amedê were pêşkêşkirin.

Derhênerê Hunerî yê Giştî yê koma Şanogelê Bariş Gorecek ku mezûnê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê ye, çar salan li zanîngehê xebatên şanoyê kir. Gorecek ku du sal berê mezûn bûye, van hewildanan bi tîma "Şanogel" re didomîne ku wî di Cotmehê de bi hevalên xwe re ew ava kiriye.  

Gorecek, têkildarî koma şanoyê û lîstikên wê axivî. Gorecek diyar kir ku dema ku li zanîngehê dixwend, li Wan, Amed, Mêrdîn, Riha û Êlihê beşdarî gelek pêşandanên şanoyê bûye û îsal wî bi komeke hevalên xwe yên ku hem li zanîngehê û hem jî li deverên din bi şanoyê re eleqedar dibin, tîma Şanogelê ava kiriye.  

Gorecek diyar kir ku Şanogel tê wateya "Şanoya Gel" û ew armanc dikin ku kêmasiyên ku ew di şanoya Kurdî de dibînin çareser bikin û got: "Em dixwazin bigihîjin kolanan, mirovan. Em dixwazin bigihîjin kesên pîr, jinan, zarokan. Em xwe wekî rengekî nû, bêhneke nû di şanoya Kurdî de dibînin."

Lîstika ewil; Şermorî

Gorecek bi bîr xist ku yekem lîstika wan a bi navê Şermorî, wergera berhema John Steinbeck ji bo zimanê Kurdî, li Şanoya Bajêr a Amed hatiye pêşandan û got: "Şermorî, şanoyeke yekkesî, bi çîroka leşkerekî di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de şer dide ber lêpirsînê." Gorecek got ku peyama lîstikê balê dikişîne ser pevçûnên heyî û balê dikişîne ser şerên ku li Rojhilata Navînê û li her çar perçeyên Kurdistanê didomin. Gorecek got: "Bi rêya vê lîstikê, temaşevan dibînin ka şer çiqas wêranker e. Leşker fêm dike ku kesê li hemberî wî birayê wî, dayika wî an bavê wî ye. Peyama ku em dixwazin ragihînin eşkere ye; hemû cureyên şer xirab in û aştiyeke birûmet ji her tiştî girîngtir e." 

Gorecek diyar kir ku Şanogel dê di heyama nû de lîstikên nû pêşkêşî temaşevanan bike û got: "Em dixwazin di warê çandê de jî xwedî gotin bin. Em ê pirsgirêkên zimanê xwe, newekheviyên ku gelê me pê re rû bi rû dimîne û têkoşîna jinan a ji bo azadiyê bikin mijarên sereke yên lîstikên xwe. Em dixwazin ji bo lîstikên Kurdî hêwan tijî bin. Werin em piştgiriyê bidin şanoya Kurdî." MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.