
- Derhêner Maryam Samadî û lîstikvan Baran Ehmedî yên ji Rojhilat diyar kirin ku ji ber tev li Festîvala Fîlman a Amedê bûne gelek kêfxweş in û xwestin ku festîvala fîlman her sal pêk were.
3’yemîn Festîvala Fîlman a Amedê , bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi organîzasyona Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê di navbera 7-14’ê Kanûnê de hate lidarxistin. Festîval di 14ê Kanûnê de bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû. Derhênera kurtefîlmê “Xwêfiroş” Maryam Samadî û lîstikvan Baran Ehmedî ku di kurtefîlmê “Kawyar” de dilîze ji rojhilatê Kurdistanê tev li festîvalê bûn. Di fîlmê “Xwêfiroş” de jineke ducanî ku bi hevjînê xwe re bi firotina xwê li qeraxên gola Urmiyeyê debara xwe dike, ji ber bahoza xwê ya ku ji bela guherîna avhewayê û çalakiyên mirovî çêdibin, di bin metirsiya seqetbûnê de ye. Jina ku piştî firotina milkên xwe plan dike ku koçî bajêr bike, di vê navberê de hewlê dide zaroka xwe ya ji dayik nebûyî ji xetereyên jîngehê biparêze. Fîlmê “Kawyar” ê ku derhêneriya wî Salem Salavatî dike jî qala Nanny Asia, jineke kal û pîr ku bi firotina şekir debara xwe dike, piştî îdamkirina kurê xwe di zindana Kurdistanê de sozê dide xwe ku eger ew bikaribe kesekî ji îdamê xelas bike, ew ê heta banga sibehê ya nimêjê reqs bike û şa bibe.
Ev çîrok heqîqet e
Maryam Samadî û Baran Ehmedî têkildarî fîlmên xwe û festîvalê ji axivîn. Maryam Samadî diyar kir ku gelek kêfxweş bûye ku tev li festîvalê bûye û çîroka fîlmê xwe wiha vegot:“Ev çîrok heqîqet e. Heqîqeteke li ser Behra Ûrmiyeyê ku zuha bûye ye. Bahoza xwê bandor hem li mirovan hem jî li heywanan kiriye. Min jî xwest li ser vê mijarê fîlmekî çîrokî çêbikim. Fîlmên çîrokî yên li ser xwezayê gelekî zehmet in. Dîsa jî min hewl da bikişînim.”
Peyamek ji bo mirovan e
Maryam Samadî anî ziman ku xwestiye bi fîlmê xwe vê peyamê bide:“Peyamek ji bo mirovan e. Heke mirov bêrehmiyê li xwezayê bike, xweza jî bêrehmiyê dike. Xweza yek bi yek tiştan ji wan xwêfiroşan distîne. Her tiştek di nav xwezayê de winda dibe. Lê di dawiyê de ez hêviyekê ji aliyê xwezayê ve çêdikim. Dibêjim xweza dîsa dikare rehmê bike û careke din berdewam bike. Ji ber wê yekê her du karakterên di fîlmî de ber bi dengê xwezayê ve ber bi Behra Ûrmiyeyê ve diçin.”
Kêfxweş im bi zimanê Kurdî ne
Meryem Samadî xwest ku Festîvala Fîlman a Amedê her sal çêbibe û got:“Ez dixwazim êdî fîlmê dirêj çêbikim. Projeyên min hene ku li ser dixebitim. Di pêşerojê de dixwazim van fîlman çêbikim. Min hemû fîlmên xwe jî bi zimanê dayikê çêkirine. Kêfxweş im ku fîlmên min bi zimanê Kurdî ne.”
Hevparbûna êşê girîng bû
Lîstikvan Baran Ehmedî diyar kir ku ji ber derhênerê fîlmî nekarî tev li festîvalê bibe ew weke nûnera fîlmî tev li festîvalê bûye. Baran Ehmedî da zanîn ku fîlm beriya çar salan hatiye çêkirin û qala çîroka fîlmî kir. Baran Ehmedî anî ziman ku bavê wê nêzî kişandina fîlmî jiyana xwe ji dest daye û got:“Kurê karaktera fîlmî jiyana xwe ji dest daye. Bavê min nêzî kişandina fîlmî çû ser dilovaniya Xwedê. Ji min re mirovekî gelek baş bû û dilovan bû. Mirina bavê min bû sebep ku ez jî xwe di nava wê xemê de bibînim. Ji ber karaktera fîlmî kurê xwe winda kiribû, ev hevparbûna êşê kir ku ez baştir wê fêm bikim û baştir bilîzim.” Baran Ehmedî anî ziman ku gelek kêfxweş e ku festîvala fîlman careke din hatiye lidarxistin û got:“Ez gelek kêfxweş im ku beşdarî festîvalê bûme. Gelek derhêner û fîlmên wan ên min nedîtibûn li vir min dîtin. Festîval gelek xweş hate lidarxistin her tişt di cih de bû. Ji ber wê ez hêvî dikim ku festîval berdewam bike.”
AW/FEXREDÎN KILIÇ











