Eyşe Şan; Keybanûya bê tac û text

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 18 Kanûn 2025 - 16:45

  • Di ser wefata hunermanda nav û deng ya Kurd Ayşe Şanê re ku yek ji navên girîng ên muzîka Kurdî ye 29 sal derbas bûn. Eyşe Şan ji ber zextên li ser zimanê Kurdî, ji Amedê heya Elmanyayê li pey parastina çanda Kurdî çû. Eyşe Şan di nav gel de wekî “Keybanûya bê tac û text” tê naskirin.

 

29 sal bi ser wefata hunermenda Kurd Ayşe Şan re derbas dibin. Ayşe Şan di sala 1938’an de li bajarê Amedê ji dayîk dibe. Ji ber bavê Ayşe Şanê jî dengbêje, di nava dîwanên dengbêjan de çavê xwe li dinyayê vedike. Ayşe Şan cara yekê di cemaetên jinan yên li Amedê de bi gotina Îlahiyan dest bi jiyana xwe ya hûnerê dike.

Dengbêja Kurd Ayşe Şan di sala 1938’an de li Amedê ji dayîk dibe. Di 18’ê Kanûna 1996’an de li bajarê Îzmîr yê Tirkiyê bi nexweşiya penceşêrê dikeve û diçe ser dilovaniya xwe. Hûner û dengbêjiya xwe dispêre êşên civak jiyan dikin, rexne li paşverûtiya pergala mêr digire û herî zêde jî li dijî zêhniyeta Tirkperest parêzvantiya çand û zimanê Kurdî dike. Di demeke ku Kurd di her aliyekî de tê înkarkirin de ew bi kilam û hûnera xwe li dijî vê sîstema înkarger û asîmîlasyonîst bi wêrekiyeke mezin disekine.

Ayşe Şan di demeke ku feodalîzm û zextên li ser jinê dijwar de dengbêjiyê dike. Hewldana wê ya yekem a hunerî di cemaeteke jinan ya Amedê de bi gotina îlahiyan dest pê dike. Lê, zextên civakê û paşverûtiya tê ferzkirin nahêle Ayşe Şan li Amedê hûnerê bike. Neçar dimîne berê xwe bide Dîlokê.

 Berê xwe dide xerîbiyê ango Elmanyayê

Li Dîlokê gava xwe ya yekemîn a hûnerî davêje. Lê, ji ber zimanê serdest Tirkiye di radyoya Dîlokê de du salan stranên Tirkî dibêje. Di sala 1963’an de ji ber pirsgirêkên madî berê xwe dide bajarê Stenbolê û li wir konserên Kurdî û Tirkî dide. Li vir bi strana ‘Ez Xezalim’ deng vedide. Lê piştre kasêta xwe ya yekemîn derdixe. Lê, navdarbûna Ayşe Şanê zextên li ser kêm nake, berovajiyê wê zêdetir dike. Ji ber stranên Kurdî di vê demê de qedexeye, Ayşe Şan êdî nikare bidomîne û berê xwe dide xerîbiyê ango Elmanyayê. Li vir hewl dide hem bijî hem jî hûnera xwe bidomîne. Di vê demê de keça xwe Şehnaz a 18 mehî ji dest dide. Di warê hestî de jî demeke zehmet derbas dike û di vê demê de strana ‘Qederê’ a bi nav û deng derdixe. Piştî demekî şûnde careke din dixwaze vegere Stenbolê. Lê, jiyana wê ya Stenbolê wek hêvî dike nameşe. Ji ber stranên Kurdî yên dibêje gef lê têxwarin û zext lê tê kirin. Ayşe Şan di vê demê de dayîka sê zarokane. Zarokên wê jî ji ber zextên li ser wê terka dayîka xwe Ayşe Şanê dikin. Ayşe Şan bi tena xwe dimîne.

 Ayşe Şan diçe Bexda, Dihok, Kerkûk û Hewlêrê

Ayşe Şan di sala 1979’an de berê xwe dide paytexta Iraqê Bexdayê. Di radyoya Bexdayê de bi navê Ayşe Şana Elî dest bi stran gotinê dike. Li ser vexwandina waliyê Hewlêrê yê wê demê tê Hewlêrê û konser dide. Li vir fersendê naskirina gelek hûnermend û dengbêjên Kurd dibîne. Bi germî ji aliyê Kurdên hemû deverên Başûrê Kurdistanê ve tê pêşwazîkirin. Li Bexda, Dihok, Kerkûk û Hewlêrê bi hunermendên mîna M. Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Gulbihar, Tehsîn Teha, Nesrîn Şêrwan û gelek kesên din re derket ser dikê û bi hevre ji bo gel konsertan dan. Herwiha bi gelek kesayetî û hunermendên Kurd re hevdîtin pêkanîn.

Wesiyeta wê bi cih hat

Ey Şan di nava civata Kurdan da bi navên mîna Eyşana Kurd, Ayşe Şan, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Elî û Ayşa Şan tê nasîn. Di nava jinên Kurd yên hunermend de Ayşe Şan navekî naskirî û weke Meryem Xan, Nersîn Şêrwan, Elmas Xan û yên din şopeke dewlemend a hûnera Kurdî li pey xwe hiştiye ye. Tevî ku gelek dixwast biçe cihê jê dayîk bûye, Amedê jî lê, ji ber zextên civakî nekarî bizivire. Hezkirin û piştgiriya dayîka wê li hember van zextên civakî têrê nedikir Ayşe Şana xwe vegerîne Amedê. Ayşe Şan di dawiya temenê xwede êşên mezin kişand û di nava tenêtî û xîzaniyê de bi nexweşiya penceşêrê dikeve.

Hunermenda nav û deng Ayşe Şan beriya 29 salan di 18’ê Kanuna 1996’an de, li nexweşxaneyeke Îzmîrê de diçe ser dilovaniya xwe. Tevî wesiyet dike, wê li Amedê defin bikin jî li gorî tê gotin ji ber pirsgirêkên madî zarokên wê nekarîne wê bînin Amedê. Li ser wesiyeta Ayşe Şanê, cenazeyê wê piştî 29 salan anîn Amedê. Ji bo definkirina cenazeyê Ayşe Şanê, li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezanê merasîmek girseyî hat lidarxistin û definkirin.

Berhemên Ayşe Şan

Eyşe li dû xwe ev berhem hiştin: “Zerî Heyran”, “Xezal Xezal”, “Were Keçê Nav Zebeşan”, “Sallana Sallana”, “Saliho Kurmam”, “Mamo”, “Lawikê Mêtînî”, “Kirasê Te Meles e”, “Heywax Dayê”, “Hawar Bawo”, “Esmerê Were/Neyleyim”, “Delal”, “Berîvana Malxerab”, “Bawê Seyro”, “Ay Dil”, “Ax Lê Gulê”, “Koçerê (Min Te Dîbû)”, “Were Yadê”, “Cemîle”, “Memir Mamo”, “Hawer Delal”, “Qederê”, “Ax Lê Nazê”, “Wele Te Nastînim”, “Ximximê Torîvan”, “Yara Min”, “Xerîbim Dayê”, “Meyro”, “Bêmal”, “Govend Ranabê”, “Yadê Rebenê”, “Lê Lê Ximşê”, “Xezalê”, “Hesenîko”, “Mamir”, “Ez Xezal im…”

 

* * *

Ayşe Şan li Amedê hate bibîranîn

Li Amedê bi munasebeta 29'emîn salevegera koça hunermenda Kurd Ayşe Şanê bernameya bibîranîne hat lidarxistin.

Bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Ma Musîc, Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED), Konservetuar a Aram Tîgran û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê bi munasebeta 29'emîn salvegera mirina hunermenda Kurd Ayşe Şanê bernameya bibîranînê li dar xistin. Di çarçoveya bernameyê de lîstikvan Berfîn Zenderlîoglu lîstika “Ez Ayşe Şan” jiyana Ayşe Şan, li eywana çandê ya şaredariyê lîst. Bernameya ku li Hêwana Çandê ya Alî Emîrî hat li darxistin tevî Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, endamên meclisa şaredariyên navend û navçeyan, lîstikvanên Koma Hinek Henek, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER), malbata Ayşe Şan û gelek nûnerên saziyên sivaka sivîl tev li bîranînê bûn. Herwiha dîwarên hêwanê bi wêneyên Ayşe Şan, bi qurnefîl û bi findan hati xemilandin.

‘Em bi hezkirin û rêzdarî wê bibîrtînin’

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak di bîranîna hunermend Ayşe Şan de axivî got: “Taybetmendiya îro gelek e û girîng e. Ev eywan bi tayînkirina qeyiman hatibû tarûmarkirin. Lê hê jî em hewl didin ku kiryaren qeyiman paqij bikin. Lê me avakirina vê eywanê bi dawî kir û îro jî bû nisîbê lîstika bîranîna Ayşe Şan. Dîsa em wê bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînin” Lîstikvan Berfîn Zenderlîoglû ya ku lîstîka jiyana Ayşe Şan lîst got: “Ji ber vê lîstikê ez gelek spasiyên xwe ji Zeynebê re dişînim. Ez îro jî bi lîstika Ayşe Şan gelek kêfxweş im. Ayşe Şan ji bo min gelek bi qîmet e. Divê em xwedî li hunermendên xwe derkevin.”

Piştî bername bi dawî bû, hat gotin ku dê sibê jî bernameya bîranînê bê lidarxistin û wê biçin ser gora Ayşe Şan û piştre jî dê êvarê bi konserekî bi dawî bikin. AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.