Alîkariyê bidin şagirtên Egîdê Cimo

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 25 Nîsan 2024 - 00:23

Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo ku sala çûyî li Stenbolê hate vekirin kampanyaya enstrûmanan daye dest pê kirin. Dibistan hewl dide muzîka Kurdî li Stenbolê vejîne û ji bo vê yekê kurs û atolyeyan li dar dixe.

Daxuyaniya dibistanê ya ji bo kampanyaya enstrûmanan wiha ye; 

“Gelê me yê hêja, em ji bo Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo kampanyaya enstrûmanan li dar dixin. Yên ku bixwazin piştevaniya dibistana me bikin, dikarin li ser medyaya civakî yan jî li ser hejmara dibistanê re bikeve têkilîye. Şagirtên dibistana me li benda piştgiriya we ne.”

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.