Nerazî bû lê ‘Tenêtiya Sedsalî’ bû rêzefilm!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 24 Nîsan 2024 - 00:16

Platforma film û rêzefilman a bi navê Netflix fragmana rêzefilmê “Tenêtiya Sedsalî” ya ku ji ber heman romana Gabrîel Garcîa Marquez adapteyî sînemayê kirine par ve kir. Rêzefilm ji 16 beşan pêk tê û dîmenên rêzefilm li welatê Marquez Kolombiyayê hatine girtin.

Netflixê dîroka weşana rêzefilm diyar nekir lê da zanîn ku ew ê rêzefilm di sala 2024’an de li ser platformê were nîşandan.

Çêker û rêveberê rêzefilmê “Tenêtiya Sedsalî” her du kurê Marquez ên bi navê Rodrigo Garcia û Gonzola Garcia Barcha ne. 

Romana “Tenêtiya Sedsalî” weke şahberhemeke wêjeyê tê qebûlkirin û heta niha ji bo 46 zimanan hatiye wergerandin. Roman cara ewil di sala 1967’an de hate çapkirin. Marquez di romana xwe de behsa malbata Buendia dike ku ew li bajarê Macondo yê Kolombiyayê dijîn.

Gabrîel Garcîa Marquez beriya wefat dabû zanîn ku wî destûr nedeya romana “Tenêtiya Sedsalî “ adapteyî sînemayê bike û hinceta xwe jî wiha diyar dike; “Hûn dizanin min çima destûr neda ‘Tenêtiya Sedsalî’ bikin film? Ez li hember afirîneriya xwendevanan rêzê digirim. Bila wî heqê ji destê wan negirin ti carî ew çawa dixwazin bila wisa rûyê Albay û Xaltîka Ursula xeyal bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.