
Li peytexta Fransa Parîsê bizmikan girte ser Sînemateka Fransî (Cinémathèque) ku li cîhanê yek ji sinematekên herî navdar e. Piştî dagirkirina bizmikan sînematekê ragihand ku ew ê salekê deriyê xwe ji serdêran re bigire
Saziyê ragihandin ku ji ber bûyerên bizmikan ên li salonan, biryara girtina sê salonan hatiye dayîn. Ev biryar ji bo ku serdêr û temaşevan karibin bi rehetî li filman temaşe bikin hatiye girtin.
Kesên ku li sînematekê beşdarî bernameyan dibin ferq dikin ku li nav salonê bizmik digerin. Yek ji wan kesên ku aciziya xwe anî ziman jî aktrîsa Hollywoodî Sigourney Weavere bû. Her wiha hin kesên din jî ji rojnameya Le Parisien re axivîne û gotine ku wan li ser kursiyan gelek bizmik dîtine. Heta hinek ji van bizmikan li ser însanan jî dîtine. Li ser vê yekê rêveberiya sinematekê biryara paqijkirineke berfireh ragihand û got di demeke nêz de ew ê sînematekê ji bizmikan xelas bikin.
Ev sinematek ji bo perwerdeya sînemayê jî tê bikaranîn. Ji lewma ew ê bi temamî neyê girtin. Ew ê hin salonên ku ji bo Orson Welles hatine veqetandin vekirî bimînin.
PARÎS














