Nivîskariya Kurdî bi ser siyasetê neketiye

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 23 Mijdar 2022 - 05:05

  • Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan der barê wêjeya Kurdî de destnîşan kir ku dengê nivîskariya Kurdî bi ser siyasetê neketiye û got, “40 sal e şerek li vir heye, em hemû şahidên vî şerî ne û em hemû jî di nava vî şerî de dijîn, lê me çi qas ew şer vegotiye?”

MAHMUT ALTINTAŞ/MA/AMED

 

PENa Navneteweyî ji bo bale bikşîne ser nivîskarên girtî 15’ e Mijdarê wekî Roja Nivîskarên Girtî yên Cihanê diyar kir. Gelek nivîskarên Kurd jî ji ber polîtikayên bişaftin û tinehesibandinê yên dewleta Tirk di girtîgehan de ne. Bi boneya vê rojê PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd li Amedê 3 rojan ji bo piştgiriya nivîskarên girtî yên Kurd bernameyên cûr bi cûr li dar xistin. Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan têkildarî van bernameyan, xebatên PENa Kurd yên ji bo nivîskarên girtî û wêjeya Kurdî û rewşa heyî ya wêjeya Kurdî peyivî.

Omer Fîdan, li ser mijarê got, Roja Nivîskarên Girtî yên Cihanê ji bo wan pirr giring e û lewma wê rojê ji bo piştgiriya nivîskarên girtî yên Kurd li Bakur û Başûrê Kurdistanê bernameyên cûr bi cûr li dar xistine: “Li Bakurê Kurdistanê bi Komeleya Wêjekarên Kurd re me ji bo nivîskarên Kurd ên girtî semîner li dar xistin. Di semîneran de nivîskar Firat Can û Faysal Ozdemîr ku demekê di girtîgehê de ragirtî mabûn, qala serpehatiyên xwe yên zindanê kirin. Her wiha li avahiya Komeleya Wêjekarên Kurd bi tevlîbûna nivîskar û xwendevanên Kurd, me helbestên nivîskarên girtî xwendin û ji bo nivîskarên girtî name û pirtûk şandin. Li Başûrê Kurdistanê jî ji bo piştgiriya rojnamevan û nivîskarên girtî, me pirtûk û name şandin. Em wekî nivîskarên li derve, peywira me ew e ku em berhemên di girtîgehan de bi berxwedanê hatine nivisîn, bidin danasîn û di nav hewldanê de bin ku nivîskarên girtî karibin mafê xwe yê azadiya ramanê pêk bînin.”

 

Nivîsên girtiyan dijîtal dikin 

Fîdan da zanîn ku ji bo nivîskarên girtî wekî PENa Kurd proje û xebatên cûr bi cûr li dar dixin û wiha peyivî: "Girtîgeh vegûherîne kanên nivîsînê. Ji ber ku derfet tine, nivîskar nikarin di girtîgehan de nivîsên xwe li ser komputerê dijîtalîze bikin. Ji ber vê yekê, wekî PENa Kurd, me jî komîsyonek ava kir. Em hewl didin, nivîsên wan li ser komputerê dîjîtalîze bikin. Projeyên me jî ji bo nivîskarên girtî hene, em dixwazin çîrokên nivîskarên di zindanê de, çap bikin. Me gelek çîrok jî ber hev kirine, her wiha em dixwazin guldesteya helbestê jî çap bikin. Ne tenê bi Kurdî em dixwazin bi zimanên din jî çap bikin da ku dengê wan nivîskarên zindanê ragihînin cîhanê. Niha jî ew projeya me ber bi dawiyê ve tê.”

 

Gelek nivîskar hîna pirtûkên xwe nedîtine! 

Fîdan bi lêv kir ku li gorî berê derfetên nivîsînê di girtîgehan de hîn kêmtir bûne û ev tişt anîn ziman: “Di panelê de nivîskarên ku di zindanê de ragirtî mane jî ev yek anîn ziman. Berê di girtîgehan de gelek kes di odeyekê de diman û bi deh hezaran pirtûk hebûn. Li gorî niha derfetên wê demê guncavtir bûn. Nivîskarekî ku demekê di zindane de maye got, ‘Min dixwest di pirtûka xwe de qala kolaneke Amedê bikim, lê kolan nedihat bîra min. Min jî name ji malbata xwe re dişand ku wêneyên wê kolanê ji min re bişînin. Heta name digihîşt malbatê û bersiv dihat çend meh derbas dibûn.’ Her tim xetera serdegirtinê û desteserkirina nivîsan heye. Gelek nivîskarên Kurd gotin, me roman, helbest û çîrok nivîsîne, lê desteser kirin. Her wiha şandina derve ya wan berheman jî gelekî zehmet e û gelek nivîskar hene ku hê jî pirtûka xwe nedîtine, qedexe ye. Wekî ku zarokek mezin kiriye û aniye dinyayê, lê nikare bixwîne. Gelek endamên me di zindanan de ne yan jî ji ber ku bi zindanbûyinê re rû bi rû ne penaberê derveyî Kurdistanê bûne.”

 

Ferqa wêjeya Kurdistanê û derveyî welat

Di dewama axaftina xwe de Fîdan bal bire ser cudahiya berhemên wêjeyî yên girtiyan, ên derveyî welêt û li Kurdistanê jî: "Berhemên ku ji zindanê dertên, di hestan, nirxandin û nivîsandinê de bandora zindanê li ser wan heye. Gelek nivîskarên Kurd ji ber polîtikayên dewletê nekarîne li Kurdistanê nivîskariya Kurdî bikin û çûne Ewrûpayê. Gelek berhem jî li Ewrûpayê afirandinê, ew berhem hemû jî pîroz in, karekî serketinê ye. Lê wekî ku dibêjin, dîtin û gotin nabe yek, heke li ser Kurdistanê tu ji Kurdistanê tiştekî binivîsî wê cudatir be ji ya ku li derveyî Kurdistanê hatiye nivîsandin. Di wêjeyê de jî ew yek xwe dide der. Teqez cudatiyek di navbera wêjeya Kurdistanê û derveyî Kurdistanê de heye.”

 

Tesîra têkoşîna jinê ya li ser wêjeyê 

Omer Fîdan têkildarî nîqaşên bandora zayendpêrestiya civakî ya li ser wêjeya Kurdî û rewşa wêjeya Kurdî ya heyî jî got, “Weke Rojava, mînaka Arîn Mîrkan a serhildanê, dîsa li Rojhilatê Kurdistanê rejîmek dibe qurbana porê Jîna Amîniyê û her wiha li Bakurê Kurdistanê jî ji her aliyî ve têkoşîna jinan heye. Ew têkoşîn bandorê li wêjeya Kurdî jî dike. Helbet zehmet e ku pergala mêrsalarî ku bi çend hezar sal e, heye, di mehekê de di nav wêjeya Kurdî de derkeve. Di wêjeya Kurdî de bi her awayî gelek berhem tên afirandin û nirxandinên wan jî tên kirin. Li gorî mînakên heyî û rastiya dîrokê, wêjevan, nivîskar û rewşênbîrên cihanê, rê li ber siyasetê vedikin û bîra neteweyî ronî dikin. Ev yek di nav Kurdan de divê bê nîqaşkirin, rewşenbîran rola xwe çi qasî pêk aniye? Bi hêsanî mirov dikare rexne û nîqaş bike. Êdî ew nivîsên Cegerxwîn ku ji ber dewletê dihatin veşartin, li ser axa Kurdistanê wekî tov şîn dibin û fêkiyên xwe belav dikin. Lê 40 sal e şerekî giran li dijî Kurdan tê meşandin û dîroka me ya nêzîk me çi qasî karî binivîsin? Ew çîrokên nivîskarên di zindanê de, me nivîskarên ji derve çi qasî çîroka wan nivîsiye?”

 

Qelsbûna siyaseta neteweyî  

Di dewamê de Omer Fîdan got, dengê rewşenbîr û nivîskariya Kurdî bi ser siyasetê neketiye û wiha dewam kir: “Her dayik û zarokekî/e Kurdistanê romanek e. Serpêhatiyên nivîskarên Kurd bi tena serê xwe çîrokek in, lê mixabin nivîskaran ew deynê xwe yê li hemberî civakê nedaye. 40 sal in şerek li vir heye, em hemû şahidên vî şerî ne û em hemû jî di nava vî şerî de dijîn, lê me çi qasî ew şer vegotiye? Ev pirsgirêkeke mezin e ji bo wêjeya Kurdî. Berê digotin kesên ji derveyî Kurdistanê hîs nakin ku binivîsînin, lê niha nivîskariya Kurdî li Kurdistanê şax daye. Tevî vê yekê jî mixabin, em gelek kêm û qels mane. Hem ji aliyê peywira me ya civakî ve hem jî ji bo afirandina siyaseteke neteweyî, em gelekî qels mane.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.