Nikarin 10 saet ceyranê jî bidin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 9 Çile 2024 - 01:45

Berdevkê Wezareta Ceyranê ya Iraqê ragihand ku di sala bihurî de wan rojane 13 saet ceyran didan xelkê, lê niha ew 20 saet ceyran ji bo xelkê berdidin. Hikumeta Herêmê jî nikare 10 saet ceyran bide xelkê. Berdevkê Wezareta Ceyranê ya Iraqê Ehmed Musa derbarê zêdekirina saetên ceyrana nîştimanî ya ji bo welatiyan, ji medya Iraqê re axivî. Ehmed Musa got ku sala borî rojane 13 saet ceyrana giştî dihate berdan, lê niha rojane 20 saet ceyrana giştî ji bo xelkê berdidin. Hêjayî gotinê ye Hikumeta Herêma Kurdistanê ya ku dema wê ya yasayî xilas bûye, niha nikare 10 saet jî ceyrana giştî bide xelkê Herêma Kurdistanê. Lê Hikumeta Herêmê ku nikare ceyranê bide xelkê herêmê, ceyranê difiroşe Musil û Kerkûkê!.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.