Nehiştin Pargîn biçe Cenevre

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 30 Hezîran 2022 - 21:21

  • Festîvala Rojava îsal li bajarê Swîsreyê Cenevreyê bi rê ve diçe. Navenda Çandê ya Pargîn jî ji vexwendiyên festîvalê bû, lê Swîsreyê vîze neda endamên navendê û nehişt ku xwe bigihînin Swîsreyê.

ERDOGAN ZAMUR/ONER POLAT / CENEVRE

Festîvala Rojava îsal li bajarê Swîsreyê Cenevreyê bi rê ve diçe. Navenda Çandê ya Pargîn jî ji vexwendiyên festîvalê bû, lê Swîsreyê vîze neda endamên navendê û nehişt ku xwe bigihînin Swîsreyê.

Festîvalê doh li Cenevreyê li Navenda Çandê Kugler Foundry dest pê kir û wê 3 rojan dewam bike. Di festîvalê de film wê bên nîşandan, çalakiyên muzîk û çanda Rojava hene. Navenda Çandê Pargîn ya li Rojava û Tev-Çand bi hevkarî festîvalê organîze dikin. Swîsreyê vîze neda endamên Navenda Çandê ya Pargîn. Endamê Tevgera Çand û Huner (Tev-Çand) Yilmaz Beyazgul got, belgeyên lazim û garantiya vegerê jî hat dayîn, dîsa jî vîze nedan. Wî got, "Ji ber vê yekê me di plansazî û bernameya festîvalê de hin guhertin ji neçarî kirin." 

Beyazgul ji xelkê xwest beşdarî çalakiyên festîvalê bibin û bi vê yekê bersivê bidin zêhniyeta qedexeker jî. 

Endama komuna film a Rojava, Sevinaz Evdike nerazîbûn nîşanî redkirina vîzeyê da û got, “Nihêrîna welatên Ewrûpayê li Rojhilata Navîn û Welatên Dinya Sêyem bi mesele ye. Ez weke hunermend sê caran çûme Swîsreyê. Swîsre û welatên Ewrûpayê li her kesê ji Rojava û welatên dinya sêyem tê, weke ku penaber be dinihêre. Me weke hunermend nabîne."

Komuna Film a Rojava û Pargîn

Li Rojava, li gundê Deşta Sûsê yê Dêrikê Pargîn hat damezrandin. Pirraniya wan Koçer 25 kesan di avakirina wê de cihê xwe girtiye. Di beşa muzîkê ya saziyê de Mehmûd Berazî ve Şêro Hindê jî cihê xwe digirin. 

Sevinaz Evdike li ser komunê Film dibêje, “Komuna Film a Rojava 2015’an di nava Akademiya Çandê de hat damezrandin. Piştre Komuna Film xebatên xwe xweser kirin. Ji sala 2017’an ve filman çêdike. Heta niha me 6 filmên metrajdirêj çêkirine. Filmên ku ji sala 2020’an ve tên çêkirin li meydana navneteweyî jî xuya bûn. Me rêzefilmek çêkir û yê din jî me nû dest bi çêkirina wê kir.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.