Ne Kurd lê qatil parastine

Nûçeyên Dîaspora

În 13 Çile 2023 - 01:27

  • Parêzerê doza komkujiya Parîsê Jean-Louis Malterre got, astengiya li ber dozê heta îro jî ne dadger e, lê dewleta Fransayê bi xwe ye: Fransa Kurdan naparêze, lê sîxurên Tirk ên ku Kurdan dişopînin, diparêze.

SELMA AKKAYA/PARÎS

 

Di ser komkujiya Parîsê ya yekê re 10 sal bihurîn. Di komkuijyê de Sakîne Cansiz (Sara), Fidan Dogan (Rojbîn)  û Leyla Şaylemez (Ronahî) hatibûn şehîdkirin. Li ser lêgerîna heqîqet û edaletê ya 10 salan bi mêvandariya parlamenterê Tevgera Fransaya Serî Natewîne Frédéric Mathieu, li meclîsa neteweyî ya Fransayê li hola Victor Hugo, CDK-F´ê konferansek li dar xist.

Gelek siyasetvan, hiqûqzan û nûnerên saziyan beşdarî konferansê bûn. Gelek parlamenteran nexasim jî yên çepgir da zanîn ku ew di têkoşîna Kurdan a ji bo “edaletê” de li cem wan cihê xwe digirin.
Sara, Rojbîn û Ronahî 9´ê Çileyê 2013´an li navenda Parîsê, li avahiya Navenda Agahdarkirinê ya Kurdistanê hatin şehîdkirin. Derketibû holê ku kesê komkujî kirî endamî Rêxistina Istîxbarata Tirk (MÎT) e. Lê belê dadgeriya Fransayê, bi bipaşvexistinê, firsendeke gelekî muhim a ji bo dadgehkirina reşkujiyeke siyasî ya li Fransayê, ji dest da; kesê reşkujî kirî, beriya bê dadgehkirin bi mehekê di hepsê de mir. Lê belê, bûyerên nû kirin ku dadgerî ji neçarî ji bo tesbîtkirina kesên fermana kuştinê dane, lêpirsînê ji nû ve veke. Lê belê ev lêpirsîn niha asê maye ji ber ku hikûmeta Fransayê hevkariya dadgeriyê nake û raza parastinê ya li ser dosyayê ranake. Bi ser de jî rêxistinên istîxbaratê yên Fransayê agahiyên li ber destê xwe nadin dadgeriyê. Di konferansa doh de nexasim jî rexne li vê helwêsta hikûmet û dewleta Fransayê hatin girtin û ji rayedaran hat xwestin ji vê helwêstê û biryara veşartina delîlan bigerin.

 

Sirra dewletê li dijî heqîqet û edaletê

Mêvandarê konferansê parlamenter Frédéric Mathieu, birayê Sakîne Cansizê, Metin Cansiz û Hevkoordînatorê Neteweyî yê Partiya Çep Jean-Christophe Sellin axaftinên destpêkê yên konferansê kirin. 

Parlamenter Frédéric Mathieu got, nexasim jî “hinceta sirra dewletê” li ber pêkhatina edaletê astengiya herî mezin e û wiha dewam kir. “Sirra dewletê nîşana wan astengiyan e yên ku li ber Kurdan hatine danîn.” Mathieu got, ji ber ku ev astengî nehatin rakirin, komkujiya Kurdan li dijî Kurdan li Parîsê hatiye kirin û wiha peyivî: “Bibîranîna me divê bibe mezinkirina têkoşînê ji bo pêkanîna heqîqet û edaletê.”

 

“Me jî Kurdan jî nexapînin” 

Christophe Sellin jî behsa têkoşîna Kurdan, pêvajoya hilbijartinê li Tirkiyê, Şoreşa Rojava û zextên dewleta Tirk kir. Wî got, ew ji nêz ve dibînin ka Kurd ji bo têkoşîna azadiyê  berdêlên çawa didin. Wî bal bire ser astengiyên dewleta Fransayê li ber lêpirsîna komkujiyan datîne ber Kurdan û got, “Ev deh sal in ku em li cem têkoşîna Kurdan in. Ev komkujî di heman demê de qirkirina jinan e jî. Tevî malbatan, CDK-F û civaka Kurd em careke din dibêjin, bila edalet pêk were, sirra dewletê ji ser dosyayê bê rakirin!”

Wî bal bire ser gotinên wezîrê karê hundir ê Fransayê   Darmanin, ê ku beriya bi sê rojan gotibû, ew dest wernadin dadgeriyê û dadgerî serbixwe ye û wiha peyivî: “Darmanin behsa serxwebûna dadgeriyê dike! Heta îro çima Fransa Hakki Musa dadgeh nake, tevî ku rola vî kesî di komkujiyan de diyar e. Fransa li ser mijarê gavê naavêje. MÎT li Ewrûpayê hespê xwe dibezîne.”

 

Ne tesaduf e!

Christophe Sellin bal bire hewldanên nîşandana komkujiyê weke tesaduf nîşandanê û got, “Ti kes nikare baweriya me bi wê yekê bîne ku tişta 23´yê Kanûna 2022´yan qewimî, tesadufek e.” Di dewamê de wî bi bîr xist ku erka dewleta Fransayê ye Kurdan biparêze. Wî got, ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê Abdullah Ocalan ji hepsê bê berdan û PKK jî ji bo çareseriyê weke muxateb bê qebûlkirin. 

 

Henekê xwe bi aqlê me nekin!

Metîn Cansiz jî got, “Ev deh sal in min hewl da behsa trawmayan bikim. Tevî ewçend komkujiyan jî me got, aştî, azadî û edalet. Tevî ku cara diduyê ye em li Parîsê tên kuştin, em hîna doza edaletê dikin. Em doza edaleteke bi rastî dikin. Di ya pêşî de we got, dîn e, di ya diduyê de hûn dibêjin nijadperst e; henekê xwe bi aqlê me nekin, me nexin şûna ehmeqan. Hindik maye em baweriya xwe ya bi edaletê ji dest bidin. Li naverasta Parîsê istîxbarata Tirk hespê xwe dibezîne. Ne ku tenê me dikujin, we hemûyan jî birîndar dikin.”

Metîn Cansiz xwest êdî Fransa di navbera dewleta Tirk û Kurdan de tercîheke zelal bike. Cansiz got, bi navlêkirina kolanan Fransa nikare wan aram bike, û divê edaletê pêk bîne. 

 

Berjewendiyên siyasî li pêş in

Bi moderatoriya alîkarê serokê baroya Parîsê Vincent Nioré, parêzerên doza komkujiya Parîsê ya 2013´an Jean-Louis Malterre, Antoine Comte, nivîskar Nils Andersson û rojnamevan Laure Marchand peyivîn.

Parêzerê dosyaya komkujiyê Antoine Comte bi bîr xist ku 20´ê Kanûna 2022´yan dozgerê doza 2013´an malbat qebûl kirine û piştî bi sê rojan komkujiyeke din pêk hatiye û wiha dewam kir: “Gava lêpirsînek tê destpêkirin, armanca wê gelekî muhim e. Ji ber wê yekê divê em israra Kurdan fêm bikin ka ew çima dixwazin ev doz di çarçoveya êrişa terorê de bê dîtin. Lewma, ev biryarek e ku siberoja dosyayê jî diyar dike.”

Comte got, delîl û hîmanên li ser rola MÎT´ê weke organîzatorê komkujiyê di dosyayê de hene û ji ber ku gelek cinayetên siyasî li Fransayê tên kirin jî got, “Ez ji ber siyaseta Fransayê şerm dikim. Astengiya li ber vê dosyayê ne dadgerî ye, lê berjewendiyên siyasî ne.” 

 

Fransayê bi her tiştî dizanî

Parêzerekî din ê dosyayê Jean-Louis Malterre jî bi bîr xist ku Fransayê milîtanên Kurd ne ji bo parastinê lê ji bo dadgehkirinê dişopandin, û dadgeriya Fransa û Tirk jî di dosyayê de hevkariya hev kirine. Malterre got, nabe ku mirov qebûl bike ku ew dozger û dadgerên hewl didin Kurdan dadgeh bikin, ji bo dosyayê bên tayînkirin. Jean-Louis Malterre dîsa jî got, astengiya li ber dozê heta îro jî ne dadger e, lê dewleta Fransayê bi xwe ye: “Fransa Kurdan naparêze, lê sîxurên Tirk ên ku Kurdan dişopînin, diparêze.”

Malterre bi bîr xist ku tevahiya belgeyên istîxbaratê yên ku di dozê de dane dozger û dadger, hemû hatine reşkirin û wiha dewam kir: “Reş jî bikin em dibînin ku ji nêz ve Sakîne şopandine û bi vê jî em fêm dikin ku dizanin ka çi qewimiye.” Wî paşê ev belgeyên bi temamî hatine reşkirin jî nîşan dan.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.