Li bajarê Elmanyayê Heilbronnê, Emin Çatıkkaş ji ber parvekirinên Facebookê hatibû cezakirin; dadgeha sulhê ya Heilbronnê ev ceza bi îdîaya ku qanûna komeleyan binpêkiriye, lê birrîbû. Yanî esas ji ber qedexekirina PKK’ê ya neqanûnî û bi fermana wezîrê karê hundir ên hingê Kanther hatibû ferzkirin, ceza li fikra Emin Çatiktaş hat birrîn. Heman dewleta Elman di warê terorîzma rastgir û xasma naziyan de, têra xwe bêhnfereh e.
Emin Çatiktaşê dikandar ê li bajarê Elmanyayê dikandar, ev 31 sal in li Elmanyayê dimîne. Zilm û zexta dewleta Elman a li dijî Emin Çatiktaş bi dehan sal e ku dewam dike. Di dema komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de ji ber ku tevlî çalakiyeke protestoyî bûye, doz lê hatibû vekirin û hingê ceza pere lê hatibû birrîn. Niha jî ji ber parvekirinên li ser Facebookê, bi binpêkirina qanûna komeleyan hat sûcdarkirin.
Li ser vê doza sala 2021’ê Emin Çatıkkaş dibêje,“Li ser hesabê xwe yê Facebookê, min rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir, wêneyên gerîlayên şehîd, alayên Kurdan û wêneyê nasekî xwe yê ku ji Heilbronnê tevlî nava refên gerîla bûye, parve kiribûn, ev hemû sûc hatin hesibandin.”
Di dema dadgehkirinê de serokê heyeta dadgehê di bin salekê re cezayê hepsê lê dibirre bi hincetên “Birayê te yê mezin di nava PKK’ê de miriye. Xwişka te di hepsê de ye li Tirkiyê.” Yanî esas dadger dizane ku ez şirîkê sûcên dewleta Tirk ên li dijî miletê Kurd e.
Dawiya mehê wê bikeve hepsê
Axir dadgeh 9 meh cezayê hepsê û 600,- Euro cezayê hepsê lê dibirre û cezayê hepsê jî bi tehliyekirina bi şert, taloq dike. Lê ji ber ku berê jî cezayekî wî ketiye ber tehliyekirina bi şert, biryar hat dayîn ku ew dawiya Hezîranê bikeve hepsê.
Di dema koployê de hat girtin
Emin Çatıkkaş, sala 1999’an di dema komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de ji ber ku li ber konsolosxaneya Yewnanistanê, komplo protesto kiribû hatibû girtin. Hin gê di nezaretê de 12 rojan girtî dimîne. Hingê doz lê hatibû vekirin û dadgehê 7 meh cezayê hepsê û 500 Mark jî cezayê pere lê birrîbû.
Sîxurî lê ferz kirin
Beriya bi 8 salan polêsê biyaniyan ê Heilbronnê wî vedixwîne: “Li wir jinek û mêrek bi min re peyivîn. Min li sedema daweta wan pirsîn û wan pirs û galgalên weke, 'tu li ku kar dikî, ma perê te têra te dike? Em ê te bikin welatiyê Elmanyayê, em ê meaş bidin te, em ê derfeta kar bidin te', û xwestin 450,- Euroyan jî bidin min. Helbet min ev kirêtî qebûl nekir.”
Zarok jî kirin nezaretê
Lê zextên dewleta Elman li ser wî û malbata wî dewam kirin. Polêsê Elman bi hincetên pûç, sala 2018’an xwest şewitandina mizgeftekê bixe stûyê wî û zarokên wî; ji bo wê jî polêsan avêt ser mala wî: “Di dema serdegirtinê de lêgerîneke welê kirin, her tiştê nava malê şikandin û avêtin erdê. Em deverû li erdê dirêj kirin û pê li pişta me kirin. Tevî ku ti delîl nebû, kurê min û keça min kirin nezaretê. Eşkere bû ku ti elaqeya zarokên min bi meseleyê re nîne, em di dozê de bi ser ketin.”
Ne exlaqî ye û ne jî insanî ye
Emin Çatıkkaş ji ber helwêsta li dijî Kurdan a dewleta Elman û hêzên wê yên şidetê herî dawî got, “Polêsê Elman, dewleta Elman temamê mafên min ji min stendin. Ev têgihiştineke çawa ya edaletê ye? Ji ber parvekirinên Facebookê 9 meh ceza li min birrîn, ev rewşeke nimûneyî ye. Ma gelo li Elmanyayê azadiya fikr û ramanê nîne? Bi vî awayî krîmînalîzekirina Kurdan ne exlaqî û ne jî insanî ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN