Navnîşan hate eşkerekirin

Duşem 7 Tîrmeh 2025 - 03:40

Ji bo rojnamevanan û saziyên çapemeniyê yên ku dixwazin daxuyaniya komek ji gerîla ya rojên bê bişopîne, navnîşan li ser sîteya ANF’ê hate eşkerekirin.

Li ser banga Civaka Demokratîk a Rêber Apo ku wê 27'ê Sibatê kir, di çarçoveya tevlîbûna li nêta baş a li pêvajoyê de, komek ji gerîla wê li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyekê bide çapemeniyê û piştre çekên xwe îmha bikin.

Bi navê Organîzasyona Amadekar a koma gerîla daxuyaniyek hate dayin. Hate ragihandin ku daxuyaniya gerîla wê di demeke nêz de pêk were û ji bo rojnamevan û saziyên çapemeniyê yên dixwazin daxuyaniyê bişopînin, navnîşana akredîtasyonê li ser ANF’ê hate eşkerekirin.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.