Navenda Jîn an jî xezîneya neteweyî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 13 Adar 2024 - 00:12

Jin ji ber rastbûna xwe, li beşa herî hestiyar a Navenda Jîn ku saziya komkirin û parastina bermayên çapkirî û belgeyên dîrokî ye, kar dikin û bi vî awayî bûne parêzvanên xezîneyên zanistî û çandî yên Kurdistan û herêmê.

Di sala 2004’an li Silêmaniyê ku wek paytexta rewşenbîriyê tê naskirin, Navenda Jîn ji bo berhevkirin û parastina weşanên zanistî, belgeyên dîrokî û destnivîsan hate avakirin. Bi hezaran çavkanî, navnîşan û belgeyên dîrokî hatine berhevkirin û parastin. Ev navend ji heşt beşên sereke yên wênegirtina elektronîk, mîkrofîlm, wêne-deng-reng, destnivîs, nîqaşa destnivîsê, pirtûkxane, belgename û weşandinê pêk tê. Her yek ji van taybetmendî û girîngiya xwe heye.

Yek ji beşên navendê ya yekemîn û herî berfireh a navendê, beşa nîqaşa destnivîsê ye. Di vê beşê di hejmarek berbiçav de jin kar dikin ku ji ber bi baldarî û aramî nêzî van rûpelên ku temenê wan nêzî sed salî ye dibin. Mirov dikare bêje ku ev jin parêzvanên xezîneyên jinan û parêzvanên dewlemendiyên zanistî û çandî yên Kurdistanê û herêmê ne.

737 pirtûkên kevn 

Beşa nîqaşa destnivîsê, ji sala 2013’an ve bi awayekî aktîf dest bi kar kiriye. Di malpera navendê de bi vî awayî behsa giringiya karên vî beşî tê kirin: “Di vî beşî de karmendên perwerdeya pisporiya zanistî girtsn, cih digirin. Her wiha alav û pergalên pêwîst ên kar jê re hatiye dabînkirin û rêbazên nû û teknolojiya pêşketî tê bikaranîn. Karê sereke jî tamîrkirin û vejandina destnivîs, belge û bermayên çapkirî yên xerabûyî ye.” Heta dawiya sala 2016’an de 183 destnivîs, 34 rojname û kovar, 439 belge, 66 qeydên kadastrayê yên nakok, ev beş bi xwe 737 pirtûkên kevn ên cildên cuda di nava xwe de hildigire. Her wiha ji bo temamkirina karê nûkirina destnivîsan û weşanên ziyandar, dezgeheke serbixwe ya bergê hatiye veqetandin ku hezar û 861 pirtûk, 809 cildên kovarê û 260 cildên rojnameyan di beşa nîqaşa destnivîsê de hatine girtin.

Du rêbazên paqijkirin û tamîrê

Aştî Ehmed yek ji jinên ku di beşa herî giring a Navenda Jîn de ango beşa nîqaşa destnivîsan de kar dike ye. Aştî behsa xebatên wan kir û destnîşan kir ku beşa nîqaşa destnivîsan, beşa herî giring a Navenda Jîn e ku hemû belgeyên çapkirî ku kevin bin yan jî di rewşeke xerab de bin tên cem wan. Her wiha Aştî Ehmed di derbarê qonaxa destpêka tamîrkirin û parastina belgeyan de got: “Pêşî, em jimarekê didin belgeyê, zirar û encamên belgeya çapkirî an destnivîs bi formek tomar dikin û her guhertin û rastkirinên nezanistî destnîşan dikin. Piştre em prosedurên paqijkirin û tamîrkirinê pêk tînin ku bi ji hev veqetandin û hilweşandina belgeyê destpê dike. Du rêbazên paqijkirin û tamîrkirinê hene, hinek cara her du rêbazan bi hev re ji bo heman belgeyê bikartînîn.”

Bi tîrêje UV paqij dikin

Aştî Ehmed di dewama axaftina xwe de behsa her du rêbazan kir û wiha domand: “Rêbazên paqijkirinê mekanîkî û kîmyawîne. Rêbaza yekem bi rêya bikaranîna firçe, isfinc û amûrên taybet e. Ya duyem jî şuştin û hêlana pelan nava madeyên kîmyayî yên wek etanol e. Pêvajoya kîmyewî zêdetirî 24 demjimêran digire û divê belge di bin tîrêja UV (ultraviyole) de were hêlan da ku bi tevahî were paqij kirin û zirar nebîne.” Ji bilî van jî di vî beşî de ew bi xwe bi karanîna çend maddeyên din zirarên weke kûn, perçiqîn û guherîna reng, çareser dikin û di dawiyê de wan bergsazî jê re dikin û paşê li navenda destnivîsê diparêzin.

300 destnivîs hatine dijîtalîzekirin

Jinek din a ku di Navenda Jîn de kar dike Ziryan Mihemed Emîn jî behsa nimûneyek ji belgeyên ku ji aliyê Navenda Jîn û beşa nîqaşa destnîvîsan ve hatî tamîrkirin ango Qurana Destnivîsa Glezarde kir. Ziryan Mihemed Emîn diyar kir ku dema Quran aniyîn gel wan di rewşek pir xirab de bû, kurm ketibûn rûpelên wê ku di nava 3 mehan de bi zorê karîn tamîr bikin. Her wiha Rêveberiya Navenda Jîn Refîq Salih jî got: “Li navenda Jîn, wek xezîneyek neteweyî û nîştîmanî, me girîngiyeke mezin daye destnivîsan. Zêdetirî hezar û 300 destnivîsên wan ên bi zimanên Erebî, Kurdî û Suryanî hene û hemû hatine dîjîtalîzekirin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.