Wêneyên filmê nû yê Miyazakî

Nûçeyên Çand/Huner

În 12 Nîsan 2024 - 00:23

Sînemavanê navdar Hayao Miyazakî ku di sala 2013’an de gotibû êdî ez ê filman çênekim û teqewît bibim, bi xwe nekarî û bi filmê “The Boy and Heron” (2023) careke din li karê xwe yê ku bi salan dike vegeriya. 

Hayao Miyazakî weke hosteyê filmên anîmasyonî tê zanîn li dinyayê û bi saya Studyoya Ghibli heya niha wî gelek filmên anîmasyonî çêkirin ku hemû jî li dinyayê xelat wergirtin. 

Studyo Ghiblî da zanîn ku wan ji filmê “The Boy and Heron” çend wêne parve kiriye û heger xelk bixwaze dikarin bêyî destûr van wêneyan bikarbînin. Piştî film hatibû belavkirin xelkê filmê Miyazakî yê nû meraq dikir. 

Hayao Miyazakî bi filmê xwe yê dawî yê bi navê “The Boy and the Heron” bûbû endamê “Golden Globe” (Gilovere Zêrîn) û di warê anîmasyonê de xelat wergirt. Ji xwe filmê wî li Emerîkayê pirr hatibû hezkirin û di salonên sînemayê de yek ji wan filman bû ku herî zêde hatibû temaşekirin. Miyazakî ji bo vî filmî çêbike ji serpêhatiyên xwe îlhamê wergirtiye. Film behsa zarokekî ciwan dike ku piştî mirina dayika xwe li gundekî bi cih dibe. Gava zarok li gund bi cih dibe rastî şîrînşahoyekî tê û ev şîrînşaho ji zarokî re dibêje ku diya wî nemiriye. Miyazaki film bi babeteke fantastîk hunandiye.

Hayao Miyazaki bi filmên xwe yên anîmasyonî û derhêneriya xwe ya serketî bûye weke efsaneyekî. Filmên wî yên weke “My Neighbor Totoro” û “Howl's Moving Castle” hîna jî ji hêla gelek temaşevanî ve tên hezkirin û xelk bi heyranî li van filman temaşe dike. Miyazaki tevî temenê xwe yê mezin (82) hîna jî bi hevkariya Studio Ghibli anîmasyonan çêdike û wisa dixweye ku ew ê zû bi zû teqewît nebe û her biafirîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.