Nikarin tiştên cejnê bikirrin

Çarşem 10 Nîsan 2024 - 00:26

Minaqeşeyên li ser mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê berdewam e. hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê di nava heft mehên borî de tenê sê mûçe belav kiriye. Vê rewşê barê xelkê hîn girantir kiriye. Xelkê navçeya Çemçemal a ser bi parêzgeha Silêmaniyê li ser zehmetî û bargiraniya ku ji ber nedana mûçe peyda bûye, axivîn. Dikandarê bi navê Xelîl Xaldanî da zanîn ku nedana mûçe bandorek zêde li ser xelkê çêkiriye û got:“Ji ber ku xelkê pişta xwe tenê bi mûçe girêdane, bi nedana mûçe re jî bandorek nerênî li ser jiyana xelkê çêdibe.” Şiwan Ebas jî mijarê axivî û got:“Dema mûçe were dabeşkirin wê rewşa xelkê were guhertin û baştir bibe. Lê dema mûçe hertim dereng bikeve wê rewşa xelkê jî roj bi roj xirabtir bibe. Pêwîste partiyên Kurdan di nava xwe de yekgirtî bin. Lê mixabin bi hev re nerast in. Ger bi hevre rast bin, wê mafên gelê me jî ji dest neçin.” Dikandarê bi navê Felah Ubêd jî da zanîn ku nedana mûçe bandorek zêde li ser debara jiyanê ya xelkê kiriye û got: “Daxwaz dikim ku hikûmet di dema xwe de mûçe dabeş bike. Ji ber ku piraniya xelkê Herêma Kurdistanê mûçexwir in.” Baram Resûl jî got: “Nedana muçe bandorek mezin li ser jiyana xelkê dike. Ev du meh bûn mûçe nedabûn. Bi dayîna mûçe re tevgera nava bazarê wê zêdetir bibe.”

ROJNEWS/ÇEMÇEMAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.