Nifşê nû fêrî xetkêşiyê dike

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 11 Nîsan 2024 - 00:16

Hunera xetkêşa Erebî çanda ziman û şaristaniya wî nîşan dide. Ev huner di dîrokê de li gor pêşketina çandî û hunerî pêş ket û di gelek qadan de tê bikaranîn. Ji bo wê pisporî û perwerdeyeke mezin pêwîst e. Xetkarên li Minbicê kedên mezin ji bo girîngîdayîna vê hunerê di civakê û parastina wê de, didin 

Xetkar Hisên El Elî yê ji gundê Til Elyastî yê rojhilatê Minbicê behsa vê hunerê kir

El Elî diyar kir ku wî li ser internetê dersên xetkêşa Erebî girtin û li ser hemû xetkêşiyan perwerde girtin ku êdî gihîşt asta pisporiyê.  Ji wan xetkêşan, xetkêşên Ruqa, Dîwanî, Nesix, Tulit (sulis) û Kofî. El Elî wiha domand: "Ez kesayeta xwe di vê hunerê de dibînim. Dema ez hevokekê bi xetkêşa Erebî û li gor rêzimanên resen dinivîsim ez pir kêfxweş dibim. Dema ez hêrs an jî xemgîn bim ez berê xwe didim xetkêşa Erebî, ji ber ku ew enerjiya neyênî ya min derdixe."

Em nehêlin ev huner winda bibe

El Elî Quran bi xetkêşa destan bi temamî nivîsand û gelek helbestên wêjevan û helbestvanên Minbicê jî nivîsandin. El Elî got: "Ez ji vî tiştî razî me, ez û malbata xwe bi vê asta ku ez gihîştimê serbilind in." El Elî bang li nifşên nû yên Minbicê û seranserî cîhanê kir ku girîngiyê bidin xetkêşa Erebî, ji ber ku ew dîroka çandî nîşan dide û got: "Ev erk dikeve ser milê dê û bavan ku zarokên xwe fêrî vê hunerê bikin. Erkê me ye ku em vê hunerê ji windabûnê biparêzin."

Bi rêya dewreyan xetkêşiyê diparêze

El Elî wiha li gotina xwe zêde kir: "Ez erkê xwe yê parastina vê hunerê û diyarkirina girîngiya wê di civakê de, bi rêya vekirina dewreyan ji temenmezinan û zarokan re, pêk tînim. Her dewreyek ji bo cûreyekî xetkêşan e û heta asta guncaw ew dewre didome." El Elî der barê rêgezên bingehînên ên fêrbûna vê hunerê de got: "Ji bo fêrbûna xetkêşa Erebî nexşeyek heye. Ew jî şopandina bingehên ziman e. Ew bingeh wek naskirina teşeya tîpan, cihê wan û perwerdeya li ser nivîsandinê ne. Ev bingeh ji bo hemû cûreyên xetkêşên zimanê Erebî ne."

Di dawiya axaftina xwe de Hisên El Elî bang li tevahî gelan kir ku girîngiyê bidin zimanê xwe û xetkêşa wî zimanî, ji ber ku ew dîroka çandî ya ziman û gel nîşan dide.

ANHA/MINBIC

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.