Em hemû bi hev re dijîn
Duşem 2 Sibat 2026 - 03:30

Piştî êrişên çeteyên HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, helwesta êşîrên Ereb ên li Reqa û li Dêrazorê hate rojevê. Şêwirmendê Konseya Eşîra Cebûr a ku li Dêrazor û li Hesekê ye, Akram Mahşûş (Akram Hajo el-Mahşûş), ji Kurdsat Newsê re geşedan nirxand. Mahşûş anî ziman ku hinek eşîrên Ereb ên li Reqa û li Dêrazorê li dijî QSD’ê bi HTŞ’ê re tevgeriyane lê ev rêje dora ji sedî 20’an e. Mahşûş anî ziman ku ew vê helwestê şermezar dike û tê xwestin ku ev “nebaşî” li Hesekê û li Qamişloyê jî be kirin. Mahşûş, destnîşan kir ku li Hesekê Ereb, Ermen, Suryan û Kurd di nava hev de dijîn û got:“Em hemû bi hev re dijîn.” Mahşûş, qala peymana li Şamê kir û anî ziman ku mafên Kurdan di vê peymanê de hatiye raçavkirin û destnîşan kir ku ew bi hêzên Asayîşê re tevdigerin. Mahşûş, diyar kir ku hinek komên li Til Xemîs, Hol û Şeddadê gef li wan xwariye û da zanîn ku ev rewş wê nikaribe vê kevneşopiya di navbera wan û Kurdan xera bike. Herwiha Mahşûş, anî ziman ku hinek kesên di nava Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ji wan xwestiye ku li dijî QSD’ê derkevin û wan ev xwestek red kiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN









