Bi hebûn û xwebûna xwe

Nûçeyên Çand/Huner

În 12 Nîsan 2024 - 00:20

  • Şanoya Bajêr a Amedê ku hewl dide şanoya Kurdî li ser lingan bihêle bi dirûşmeya “Bi hebûna xwe, bi xwebûna xwe” cara 9’an Festîvala Şanoyê li dar dixe. Di festîvalê gelek lîstikên bi Kurdî ew ê derkevin pêşberî temaşevanên şanoyê.

Şanoya Bajêr a Amedê ew ê di navbera 18 û 27’ê meha Nîsanê de Festîvala Şanoyê li dar bixe. Festîvala Şanoyê cara 9’an tê lidarxistin. Festîvala Şanoyê bi dirûşmeya “Bi hebûna xwe, bi xwebûna xwe” tê lidarxistin. 

Di nava 10 rojan de li mekanên cuda ew ê gelek lîstikên şanoyê yên ku tevlî festîvalê bûne derkevin ser dikê. Her wiha ew ê li ser şanoyê çend hevpeyvîn jî werin lidarxistin û ew ê di van hevpeyvînan de şanoya kurdî were nîqaş kirin.

Hin lîstikên ku ew ê di festîvalê de derkevin ser dikê ev in;

Derwêş yan Godot

Tîmek ji şanokaran ku ji çend ciwanan pêk hatiye. Dixwazin lîstikekê nîşan bidin. Wan xwe berhev kiriye ku lîstika “Li Benda Godot” ya Samuel Beckett nîşan bidin. Lê hindek ji wan ciwanan ji kevneşopî û rîtûelên kurdî hezdikin û dixwazin lîstika Derwêşê Evdî nîşan bidin. 

Derhêneriya lîstikê Hemrîn Cemîl dike û Helket Îdrîs Ebed jî nivîskarê lîstikê ye. Lîstik ji Başûrê Kurdistanê tevlî festîvalê dibe.

Zîd û Han

Zîd û Han du hevalên dijber ên piştî mirinê dîsa vegeriyane jiyanê û bibûn mehkûmê çerxekî bûn. Gava hatin ba hev û li ser huner, serwerî, eşq û mirinê xeber didan (diaxiviyan) tecrûbeya wan ya jiyana wan a ewil (berê) tê bîra wan.

Derhênerê lîstikê Bawer Karahancı ye. Tuncay Özel û Erhan Mîr lîstikê wergerandine Kurmancî.

Bûka Lekî

Ev lîstik komediyeke reş e. Zilamekî ku piştî trawmaya leşkerîyê ji jiyana xwe ya rastî dûr diçe û dikeve rêxa mêranîyê û dibe robot…Jineke ku ji ber evîna zilamî ji jîyana xwe ya rastî dûr dikeve û her ku diçe dibe kesayeteke plastîk…Jineke lal ku bîna rêxa mêranîyê hildide lê nikare mudaxale bike...

Û bûkeke bêcan, bêruh û lek, ango mankeneke plastîk ku her tişt di derdora wê de diqewimin…Sê rebenên absurd weke ku di lêva kendalekî de bimeşin di derdora bûka lekî de diçin û tên.

Fikra vê berhemê ji çîroka Sadiq Hîdayet ya bi navê “Bebika li pişt perdê” hatîye wegirtin.

Bûka Lekî 2011’an de li Stenbolê dîsa wek produksîyona Şermola Performansê û bi derhênerîya Mîrza Metîn hatibû sehnekirin. Versîyona nû ya berhemê bi rejî û sêwirînerîyeke nû û bi lîstikvanên nû îcar li Batmanê tê sehnekirin. Bûka Lekî, piştî Mem û Zînê duyemîn berhema Şermola Performansê ye li Batmanê.

Çinûr

Di sala 1953yan de li Îranê darbe çêdibe. Jineke çalakger a muxalîf tê girtin û cezayê îdamê didinê. Hevserê wê yê şanoger, li ber xwe dide bi wê bide bawerkirin ku merasîma îdamê ne rastîn e û tenê wek lîstikek şanoyê ye. Lê piştî bi salan ku hevserê wê yê lîstikvan ji sirgûnîyê vedigere bi pey şopa " Gora Winda ya wê Lîstikê" dikeve...

Nazmî Karaman weke lîstikvan li ser dikê ye û Şilan Alagoz jî derhênerê lîstikê ye.

Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din

Lîstika "Mirina Jeanne d'Arc ya din" ku Stefan Tsanev li ser efsaneya Jeanne d'Arc nivîsandiye; nîşaneyên ku mirov, ferd çawa ji hêla îdeolojiya serdest a wekî ol û neteweperestiyê ve hatiye dorpeç kirin ve tije ye. Lîstika ku bi hêmanên komediyê ve hatiye xemilandin, bi erênî kirina serkeftina mirov a li hemberî van îdeolojiyên serdest bi dawî dibe.

Berfîn Emektar derhêneriya lîstikê dike. Dilawer Zeraq jî lîstik wergerandiye Kurmancî.

Ceyran

Ji bo îxanetên mêrê xwe, Antonia êdî naxwaze bijî û çend caran dike ku xwe bikuje. Mêrê wê yê fenek dike ku Antonia bi peymana ‘’malbata vekirî’’ bixapîne ji ber ku li gor fikra wî Antonia tu car nikare îxanetê li wî bike. Dema ku tişta nebûyî diqewime rol jî tên guhertin.

Wekî din ev lîstikên li jêr jî tevlî festîvalê dibin;

Bernarda

Afet&Diana

Efsaneya Hespên Azad

Kabîl Ka Habîl

Odipz

Qral û Travîs

Strip-Tease

Kalabalık Duası (Diaya Hêwirzeyê)

Înfaz

Otopsi

Gomîdas

Lîstikên şanoyê yên ku di festîvalê de cih digirin ew ê bi bilêt werin temaşe kirin. Bilêt ji lînka li jêr tên peyda kirin;

https://biletinial.com/tr-tr/etkinlikleri/9-amed-tiyatro-festivali

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.