Name ji CPT re hatin şandin

Sêşem 28 Gulan 2024 - 00:49

Meclîsa Jinê ya Nûda ku li Freîbûrgê kar dike, di çarçoveya kampanya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de bi sedan name ji CPT re şand.

Çalakiyên dijî tecrîdê û azadiya Rêber Ocalan, li çar parçeyên Kurdistanê, li Ewropayê didomin. Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan kampanya nameyan ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê da destpêkirin, dewam dike.

Meclîsa Jinê ya Nûda ku li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê kar dike, bi daxwaza bicihanîna berpirsyariya xwe ya CPT 857 name ji saziyê re şand.

Di nameyan de jinan bang li saziyên mîna CPT kirin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin û destnîşan kirin ku li hemberî vê bêedaletiya li Abdullah Ocalan tê kirin wê nikaribin bêdeng bimînin.

ANF/FREÎBURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.