Paradîgmaya Ocalan çareserî ye

Pêncşem 5 Sibat 2026 - 03:55

Li dijî êrişên çeteyên HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava, gelê Kurd li ser banga seferberiyê li seranserê cîhanê rabûn ser pêyan. Piştî berxwedanekî xurt, di 30’ê Çileyê de di navbera QSD’ê û Şamê de peyman hate îmzekirin. Alimên olê yên li Êlihê anîn ziman ku divê Kurd li dijî êrişan wiha yekitiya xwe ava bikin. Hevseroka Komeleya Alimên Olê (DA-DER) ya Êlihê Sabahat Acar, diyar kir ku divê gelê Kurd bi hev re jiyanekî azad ava bikin. Sabahat Acarê diyar kir ku paradîgmaya Rêber APO ji bo gelên Rojhilata Navîn xelasî ye û got:“Hêzên serdest dixwazin Rojhilata Navîn veguherînin gola xwînê. Ger em paradîgmayê cî bi cî bikin em ê karibin pêşî li vî şerî bigirin.” 

Sabahat Acarê, bal kişand ser peymana di navbera QSD’ê û Şamê û anî ziman ku piştî şer heta niha tevî ku çend caran agirbest hate ragihandin jî bin pê kirin ji ber vê yekê divê hişyar bin û banga yekitiyê li gelê Kurd kir. Endamê DA-DER’ê Abdulkardîr Îdo anî ziman ku kesên êrişê gelê Kurd dikin Îslamê bikar tînin û got:“Ji bo Rojava divê em her tim li ser pêyan bin. Divê em her tim li gel gelê Rojava bin. Bêyî yekitiyê wekî din tu çareya Kurdan nîne.” Mele Ramazan Bahadir, diyar kir ku kesên zimanê gelê Kurd înkar dikin, Xwedê înkar dikin û got:“Olên dewletan tune tenê berjewendiyên wan hene. Em ê li hemberî êrişên li ser Rojava bêdeng nemînin. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin. Ev banga me ye ji bo Kurdan; ger em nebin yek em ê tune bin. Azadiya rêzdar Abdullah Ocalan û hevalên wî hem ji bo olan hem jî ji bo gelan pir girîng e.”

MA/FETHÎ BALAMAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.