Modela li vir mînaka Sûriyeyê ye
Duşem 30 Kanûn 2024 - 03:05
Xelkê Qamişlo diyar kir ku gelên Sûriyeyê êdî jiyana di bin sîstema yek ziman û yek neteweyî de qebûl nakin û got divê li tevahiya Sûriyeyê neteweya demokratîk bê birêxistinkirin.
Memo Hisên da zanîn ku gelê Kurd li Sûriyeyê bi dehan salan ji destê rejîma Baas gelek zilm dîtiye. Memo Hisên piştî rûxandina rejîma Baas, bal kişand ser hikumeta nû ya li Şamê û diyar kir ku lazim e hikumeta nû bizane êdî gelên herêmê di bin sîstema yek ziman û yek neteweyî de jiyînê nema qebûl dikin. Daxwaza wan ji hikumeta nû ya Şamê ew e ku di destûra nû de mafên hemû gel û pêkhateyên li herêmê bên nivîsandin da ku bikevin rewşeke aram û azad. Memo Hisên bal kişand ser sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destnîşan kir ku hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, û hwd bi awayekî wekhev û azad cihê xwe di rêveberiyê de digirin û got:“Ev ji bo Sûriyeya nû mînak e.”
Memo Hisên bal kişand ser gengeşiyên van demên dawiyê yên li bajarên Sûriyeyê yê Lazkiyê, Humus, Tartusê û diyar kir ku di bin navê ol, bawerî û neteweyan de ew dibînin ku siberoja Sûriyeyê ber bi nediyariyê ve diçe.
Em nakokiyan bidin aliyekê
Memo Hisên di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew wek gel divê nakokiyên xwe bidin aliyekî û xwedî li rêveberiya xwe derkevin û got:“QSD û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo me xetên sor in. Banga me ji bo hemû gel û pêkhateyên li herêmê ew e ku em xwedî li rêveberiya xwe derkevin, ji ber ku ev rêveberî pişta me û hebûna me ye.” Xwendekarê bi navê Ehmed Îbrahîm jî bal kişand ser zextên HTŞ’ê û destnîşan kir ku li cihên serweriya xwe ava kirine êşkenceyê li mirovan dikin û dikujin. Ehmed Îbrahîm destnîşan kir ku divê gel li dijî kiryarên çeteyan rabe ser piyan û diyar kir ku lazim e hemû pêkhateyên li herêmê mafên xwe bixwazin û mîna gelê Kurd û pêkhateyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabin serhildanan. Armanc Mihemed Ehmed jî da zanîn ku di sîstema neteweya demokratîk de hemû beşên civakê bi awayekî azad cihê xwe digirin û bang li gelê Sûriyeyê kir û got:“Lazim e gel li Şam, li Heleb û li hemû herêmên Sûriyeyê, sîstema neteweya demokratîk birêxistin bike.”
ANHA/BAZ MORDEM