Mirov ji bo civakê hilberîne  

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 15 Îlon 2021 - 02:59

EBÎR MUHEMED / JINHA/QAMIŞLO
 
Kurd bi berhemên xwe mîmarên jiyana civakî ne, her wiha bi huner û dengê xwe li cîhanê deng vedane. Jina ciwan Şêrîn Mihemed 21 salî ye, ji zaroktiya xwe ve xwedî dengekî xweş û geş e, niha jî di ciwantiya xwe de xwedî li vê behreya xwe derketiye û stranan dibêje. Şêrîn niha cihê xwe di xebata ragihandinê de jî digire û di heman demê de jî xwedî li dengbêjiya xwe jî derdikeve. 

Malbat û heval jê re dibin piştek 

Şêrîn dibêje, stranbêjî di malbata wê de weke behreyeke genetîk e: “Stranbêjî di malbata min de weke behreyeke genetîk e, ji zaroktiyê ve malbatê digot, dengê te xweş e, lê min bi xwe 14 salî ev yek hîs kir. Herî zêde malbat û hevalên min destek dan min. Ez du salan li ser deng perwerde bûm, dengê min hemû qat û cureyên stranan qebûl dike, ji bo wê, ez ji hemû stranan hez dikim û wan dibêjim. Ez bi zimanê Kurdî û Erebî jî distirim, dema min hemû ji perwerdeya deng re bû. Dema min dibistana xwe qedand û çûm zanîngehê, pêwîstî bû kar bikim û niha jî ez di xebata ragihandinê de cih digirim. Carna ez zehmetiyan dikişînim di aliyê hevsengiya di navbera xwendin, kar û huner de lê ya girîng ew e ku mirov ji bo civaka xwe tiştekî xweş bike û xwedî berhem be.”

Her zimanê hestan heye

Şêrîn balê dibe ser rola çand û huner ji bo gihandina hev a civakan jî: “Her civakek bi çand û hunerê xwe tê nasîn, dema stranbêjek ji civakeke din li pêşiya min stranan bêje, dibe ku ez ji gotinên stranê fêm nekim, lê ew hest digihîjin min, ji ber ku her zimanê hestan heye. Bêguman bi riya stanbêjiyê mirov çand û hunerê xwe jî diparêze û dide xuyakirin. Berê, pêşiyên me kom dibûn û bi hev re stran digotin. Şevbihêrkên xweş dikirin. Her wiha dayikan jî zarokên xwe bi lawik û lorandinê mezin dikirin. Yanî bi rengekî giştî stran û dengbêjî çanda me û erka me ye, em îro wê bidiomînin.” 

Dengê jinan bextewer dike

Şêrîn destnîşan kir ku di demên berê de derfet ji jinan re tinebû bi rengekî wiha rehet hunera xwe bînin ziman û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Berê jin ewqas xwedî derfet nebûn ku hunerê xwe û dengê xwe derxin pêş. Civaka me heta astekê teng bû ûstrangotina jinan weke şermekê didît. Tevî van jî jinên Kurdan dikaribû dengbêjiya xwe biparêzin û bînin roja me ya îro. Hunermend Eyşe Şan, Meryem Xan û gelekên din mînakên herî berbiçav in. Niha jî derfet li pêşiya jinan vekiriye û dikarin bi rengekî rehet hunerê xwe bibêjin. Dengê jinan ne şerm e, dengê jinan yek ji awazên jiyanê ye û jiyanê xweş û bextewer dike.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.