Meyxaneyeke çîna karker

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 18 Nîsan 2023 - 03:43

Mirovên berê eynî weke yên îro ji xwarin û vexwarinê hez dikirin. Hin kel û pelên dîrokî yên ku li bajarê kevnar Lagaşê hatine dîtin vê yekê teqez dikin. Arkeologên ku li Lagaşê lêkolîn dikirin, dan zanîn ku wan li wir cihekî weke xwaringeheke  meyxane dîtiye. Di hundirê meyxaneyê de sarinc, kursiyên ji bo rûniştinê û her wiha firaqên ku xwarin di wan de hatine mihafezekirin, hatine kifşkirin.  

Bajarê Lagaşê yek ji bajarên herî kevn ên Mezopotamyayê ye. Ew li başûrrojhilatê welatên Sumeran nêzîkî Sînorê bi Welatê Elamê re bû. Yanî ne dûrî Basraya îro. Bajar Beriya Zayînê di navbera salên 2900 û 2300’an de ava bû û di navbera van salan de şên bûye. Her wiha navenda bajêr jî bi rêveberiyeke xurt hatiye temsîlkirin. Ji xeynî vê yekê bajarê Lagaşê nêzî erdên bi xêr û bêr bûye jî, ji lewma arkeolog didin zanîn ku li bajêr pîşesazî û sinehetkarî pirr bi pêş ketibûye. Hin lêkolînên berê van agahiyan diselimînin. Ji ber ku ji bin erdê gelek qir û qafên hunerî, dîzik û tiştên din hatibûn derxistin. Naxasim jî firinên seramîkê yên ku ji bo seramîkan weke depoyan dihatin bikaranîn, bala arkeologan biribûn ser xwe. 

 

Di derbarê çîna karker de agahiyên nû

Di van rojên dawî de jî dîsa xwaringehek hate dîtin. Ev cihê nû hatiye dîtin, weke meyxaneyê ye. Li wir mase û kursî jî, her wiha firin û firaqên ku xwarin di wan de hatine mihafezekirin jî hatine kifşkirin. Li gorî arkeologan ev nîşanayên hanê, îşaret bi çîna karkeran dikin. Yanî mirovên karker piştî xebatê hatine, li vir bêhna xwe vedane, xwarine û vexwarine. Jixwe, rêvebirê projeyên xebatên Lagaşê, Profesor Holly Pittman jî vê piştrast dike: “Ev cihê nû ku me kifş kiriye, ji bo xwarinê hatiye çêkirin. Hêleke vî cihî vekirî û hêlek jî bi awayekî girtî hatiye sêwirandin. Dema me ev meyxane dît, em matmayî man û kêfxweş bûn.”

Ekîba arkaologan ji bo karibin vê meyxaneyê derxin holê, pirr bi baldarî karê xwe dike û teknolojiyeke pirr nûjen bi kar tîne. Beriya niha jî di bin erdê de hin xurekên ku hatibûn parastin û firaqên ji bo xwarinê hatibûn dîtin. Lê ev meyxane û xurekên ku li Lagaşê hatine dîtin, derbarê çîna karker de agahiyên nûtir dide lêkoleran. 

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.