Li Rastan a Sûriyê mozaîkên Romayê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 20 Cotmeh 2022 - 05:28

Li bajarê Rastan ê Sûriyeyê, hin mozaikên nû yên ji serdema Romayê hatin dîtin. Ev mozaîkên ku hatine dîtin, behsa mîtolojiyên Yewnan û Romayê dikin. Yanî teswîrên li ser wan, behsa van mîtolojiyan dikin. Ev mozaîkên pirr mezin in û hin pispor weke yên herî baş parastî û xweşik çêkirî yên li Sûriyê wan dinirxînin.

Mozaîkên ku ji dema Roma mane di bin avahiyike li nav bajêr de hatin dîtin. Piştî ku mozaîk hatine dîtin, avahî hatiye valakirin û teslîmî hikûmeta Şamê hatiye kirin. Dr. Humam Saad ku rêvebir û berpirsyarê karên arkeolojîk yên Sûriyê ye, ji ajansa nûçeyan a Emerîkî AP’yê re axivî û got, “Mozaîkên ku hatine dîtin ji yên berê cuda û mezintir in. Li dinyayê tiştekî wiha kêm hatiye dîtin. Nexasim ji hêla hûrgiliyan ve pirr dewlemend e.”

 

Amazon jî Troya jî hene 

Di mozaîkan de li gel teswîrên jinên berxwedêr yên Amazonî, her wiha behsa şerê Troya jî tê kirin. Bi vî awayî tê dîtin ku mozaîk di heman demê de wî zemanî behsa serpêhatiyan jî kirine û ji bo vê yekê jî hatine bikaranîn. 

Humam Saad diyar kir ku ew hîna baş nizanin bê ka ev avahiya ku mozaîk lê hatine dîtin bi çi armancê hatiye bikaranîn û got, “Dibe ku weke hemamê hatibe bikaranîn lê em hîna lêdikolin. Kolanên me bi dawî nebûne. Berê li Sûriye gelek mozaîk û berhemên hunerî ji hêla DAIŞ’ê ve hatin rûxandin, lê niha Rastan di bin kontrola dewleta Sûriyê de ye. Di encama xebatên xwe de dibe ku em li bajarê Rastan mozaîkên hîn xweşiktir jî bibînin.”

RASTAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.