Gelo Roundel ji Gîza û Stonhenge kevntir e?

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 27 Îlon 2022 - 04:48

Arkeologên Çekyayî diyar kirin ku wan di bin erde de avahiyeke gilover a ku 7 hezar sal emrê wê heye, dîtine. Ev avahiya kevnar ku weke “Roundel” tê zanîn di serdema Neolîtîkê de hatiye avakirin. Li gorî texmînên arkeologan ev avahî Beriya Mîladê di navbera salên 4900 û 4600’î de hatiye çêkirin.

Heger ev agahî bên piştrastkirin, hingê “Roundel” dê ji “Stonhenge” ya ku li Ingilîstanê ye û Beriya Mîladê di sala 3100’î de hatiye çêkirin û her wiha ji “Pîramîda Gîza” ya li Misrê ku ew jî Beriya Mîladê di sala 2600’î de hatiye çêkirin, kevntir be. 

Roundel ku avahiyeke gilover e, li herêma Vinor a Pragê hatiye dîtin. Lêkoler hîna jî li ser avahiyê û tiştên ku di hundirê wê de hatine dîtin, dixebitin. Li gorî agahiyên ku Miroslav Kraus -serokê koma arkeologan- dide, ev avahî yan jî cih weke navendeke bazirganiyê hatiye bikaranîn û her wiha dibe ku ji bo rîtûelên olî yên wî zemanî jî hatibe bikaranîn. Ev avahiya gilover bi kevir û hestûyên heywanan hatiye çêkirin.

Li gorî lêkoleran, ev avahî bi destê gundî û cotkarên Ewrûpaya Navîn hatiye lêkirin û parçeyekî “Çanda Dîzikên bi xîşkan xemilandî (Storked Pottery)” ye.

PRAG

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.