Rêya direndeyan a dîrokî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 15 Cotmeh 2022 - 08:41

Bi sedan şûnpêyên mirovan ên beriya 9 hezar salan tevî dewsa gelek heywanan ên ji heman demê li Ingilîstanê, nêzî perê behrê li devera Merseyside hatine dîtin.

Dewsa lep û pêyên heywanan, bi pirranî ya heywanên dirinde yên weke gur, weşeq e. Dewsa piyên berazên berrî jî di nav wan de heye. Ev yek jî eşkere nîşan dide ku li giravê beriya 9 hezar salan heta bi beriya 5 hezar û 500 salan pirrengiyeke ji ya îro gelekî zêdetir hebûye. Beriya bi 5 hezar û 500 salan bi carekê gelek heywanên dirinde li giravê tine dibin, gakoviyên sor û qulingan jî dewsên xwe hiştine. Li vê rêya şûnpêyên dîrokê, dewsa herî kevin ji beriya 9 hezar salan e û ya herî nû jî ji beriya hezar salan e. Ev şûnpê jî bi xêra erozyona li peravên Ingilîstanê derketin holê. 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Wêne: Prof. Jamie Woodward ji zanîngeha  Manchesterê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.