Di nav darên zeytûnan de mozaîkên Bîzansî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 6 Cotmeh 2022 - 02:37

Cotkarekî Filistînî yê ji Xezayê di nav erdê xwe yê zeytûnan de mozaîkeke kevnar a di dema Roma û Bîzansê de hatiye çêkirin, dît. 

Beriya çend mehan ji ber ku zerar li kokên darên zeytûnên wan bûbû, Salman al-Nabahin û kurê wî rabûn û ber kokên darên zeytûnan kolan. Wan dixwest hîn bibin ka çi tişt zirarê dike li kokên darên wan û wan dirizîne. Lê dema wan dest bi kolanê kir, qederekê bi şûn de pê hisiyan ku di bin axê de mozaîkên rengo rengo hene. Li ser mozaîkên bi reng resmên çûk û heywanên din hebûn.

Wan li ser înternetê lokolîn kir û hîn bûn ku ev mozaîk di dema Bîzansiyan de hatine çêkirin. Salman al-Nabahin ev mozaîk weke xezîneyekê bi nav kir û destûr da arkeologan da ku li ser van mozaîkan bixebitin.

Renê Elter ku arkeologekî Fransî ye, piştî lêkolînen li ser mozaîkan got, “Ev mozaîk mozaîkên herî xweşik yên li Filistînê hatine kîfşkirin in. Hem di warê hunerî û hem jî di warê geometriyê de berhemên bêhempa ne.”

XEZA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.