Gora komî ya 7 hezar salî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 5 Cotmeh 2022 - 04:08

Arkeologan li devereke arkeolojîk ya li devera Vrable a li Slovakyayê ku ji beriya mîladê 5 hezar salan maye, 35 skeletê mirovan dîtin. Zanyar bawer dikin ku ev goreke komî ye, ji ber ku serê her 35 skelatan jî ne li heman cihî ye. Pirraniya xwediyên skeletan jî hîna di bin 20 salî re ne. Bi qasî ku arkeologan tê derxistiye, ev skelet bi zanîn avêtine cihê ku lê ne. Ew bawer dikin, ev mirov hatine qurbanîkirin bi baweriya ku ew ê wiha sûreke li dora yekî ji sê taxên gundê neolîtîkê qehîm bikin. 

Profesorê dîroka destpêkê û arkeolojiya civakî li Zanîngeha Kielê ya li Elmanyayê   Martin Furtholt ji hevserokên projeya kolana arkeolojîk e. Ew dibêje, “Ez bawer dikim, elaqeya vê yekê bi hizrên efsûnî hebû li ser wê yekê ka çawa cihê şên terîf bikin û hawîrdora wê tehkîm bikin.”

Arkeolog wisa dihizirin ku taxa ku doa xwe bi sûrê girtiye, xwestiye xwe ji her du taxên din ên gund biparêze, yan jî nehêle ew bikevin ser erd û eqarên xaniyên wê. Li gundê neolîktîk heta niha 80 malên dirêj hatine tesbîtkirin ku her yek ji wan mala yek yan jî bêhtir malbatên mezin bûye.

Wêne: Martin Furholt

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.