Dînozorê li pişt xanî!

Nûçeyên Çand/Huner

În 16 Îlon 2022 - 22:06

  • Gelek caran bi awayekî tesadûfî rêçên piyên wan û her wiha hestûyên wan yên hatine dîtin ku ewana derbarê wan de gelek agahiyan jî didin. 

Heta niha li gelek ciyan hestû û fosîlên dînozoran hatine dîtin.  Gelek caran bi awayekî tesadûfî rêçên piyên wan û her wiha hestûyên wan yên hatine dîtin ku ewana derbarê wan de gelek agahiyan jî didin. Lê merivekî Portugalî li baxçeyê pişt xaniyê xwe fosîlên dînozoran ferq kir, ev yek tesadûfeke hey balkêştir bû. Ji ber wî bi salan nizanibû ku li pişt xaniyê wî fosîlê dînozorekî heye. Gava ku wî xwest xaniyek din li wî baxçeyê xwe lê bike hay ji vê yekê çêbû.

Piştî ku wî hestûyên mezin yê dînozorî ferq kir haya zanyaran pê xist û lêkoler li ser fosîlê ku hatiye dîtin xebitîn. Wisa tê texminkirin ku ev fosîlê nû yê dînozorî, yek ji fosîlên herî mezin yê li Ewrûpa ye. Parsûyê dînozorî weke xwe di bin erdê de maye û zêde xera nebûye. Ji cinsê vî dînazorî re “sauropod” tê gotin û ji malbata “Brachiosauridae” ya dînozoran e. Ew xwedi stûyekî dirêj û teriyekê ye.  

Herêma Pombal ya Portugalê bi fosîlên xwe navdar e. Paleontologên Zanîngeha Lîzbonê dibêjin ku ew li ser parsûyên dînozorî xebatên xwe didomînin û dibe ku agahiyên balkêştir bi dest bixin. Piştî parsûyê dînozor ji ax û qûmê hat paqijkirin dê li muzeyê were nîşandan.

LÎZBON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.