Bi hezaran salan di bin erdê de!

Nûçeyên Cîhan

Yekşem 11 Îlon 2022 - 22:24

  • Neville û Solly Holingworth ku weke nêçîrvanên fosîlan tên zanîn û berê jî fosîlên Mamutan derxistibûn holê, li axura çewligeka Ingilistanê fosîlên masiyan yên kevn kifşkirin.

Neville û Solly Holingworth ku weke nêçîrvanên fosîlan tên zanîn û berê jî fosîlên Mamutan derxistibûn holê, li axura çewligeka Ingilistanê fosîlên masiyan yên kevn kifşkirin. Dîroka van fosîlên masiyan diçe heya 183 milyon salî! Xwediyên çewligê destpêkê wisa texmîn kiribûn ku ev fosîl ji rêzê ne lê piştî ku li ser van fosîlan lêkolîn pêk hatin hat zanîn ku ew gelek kevn in.

Ji ber vê yekê xwediyên çewligê destûr dan ku lêkolîn berfirehtir bibin û her ku li vê çewligê lêkolînên bin erdê fireh bûn gelek fosîlên din yên masiyan derketin holê. Di nav van fosîlan de hin ji wan hene ku hîna jî ciwaniya xwe diparêzin. Va ye wêneyên wan masiyên ciwan. Ev serê masiyekî ku nehatiye pelixandin e û bi hezaran salan di bin erdê de maye. Li gor lêkolerên fosîlan wisa hat diyarkirin ku ev cihê nû yek ji wan cihê herî dewlemend yê fosîlan e.

Fosîlên ku ji bin erdê hatine derxistin ji bo xelk bibînin dê li herêma ku hatine dîtin werrin nişandan.

INGILISTAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.