Meseleya Tirkiyeyê ne PKK ye

Sêşem 20 Sibat 2024 - 00:26

Rojnamevan Hêmîn Hesen hevdîtina Barzanî-Fîdan nirxand û diyar kir ku Tirkiye plana operasyoneke berfireh dike û got:“Ji bo vê jî piştgiriyê ji Iraq û Herêma Kurdistanê dixwaze. Meseleya Tirkiyeyê ne PKK ye, dijminatiya li kurdan e.” 

Hêmîn Hesen ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, têkildarî hevdîtinên dawî û rewşa dawî ya şer bi ajansa Mezopotamyayê re axivî. Hesen, diyar kir ku Tirkiye di van hevdîtinan de ji Iraq û Herêma Kurdistanê piştgirî xwestiye û got: “Armanca sereke ya van hevdîtinan ew bû ku dewleta tirk dagirkeriya xwe ya li ser xaka Iraqê berfirehtir bike, zêdekirina bombebarana li herêmê, zêdekirina êrişên li dijî sivîlan û zêdekirina hejmara baregehên leşkerî  ya li nava xaka Iraq û Kurdistanê bû. Her wiha dixwazin Iraq û Herêma Kurdistanê bi temamî li dijî PKK’ê li gel wan cih bigirin û şer bikin. Her wiha dixwaze aliyên siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî Kurdan di navbera xwe de bide şerkirin. Ji bilî vê tu armanceke din a Tirkiyeyê nîne. Nêçîrvan Barzanî di Konferansa Munihê ya Almanyayê de bi Hakan Fîdan re hevdîtin kir. Ev çend roj in behsa wê tê kirin û Mesrûr Barzanî herî dawî bi Erdogan re hevdîtin kir. Dewleta tirk di her firsendê de hewl dide Iraq û Herêma Kurdistanê li dijî PKK’ê bixe nava şer. Xuyaye ku di vê mijarê de biisrar e.” Di dewamê de Hesen anî ziman ku şerê Tirkiyeyê daye destpêkirin ne li dijî PKKê ye, li dijî gelê kurd e û got:“A rast ev şer ne li dijî PKK’ê ye, li dijî gelê Kurd e. Kurd li kîjan deverê destkeftiyekî bidest bixin, dewleta tirk êrişî wir dike.”

PDK’ê xwe seferber kiriye 

Hesen destnîşan kir ku di hevdîtinan de rayedarên tirk bi avê gef li Iraqê xwariye û got:“Iraqê ji helwesta xwe ya li hemberî van gefan tawîz nedaye. Çi niyeta Iraqê ya şerê li dijî PKK’ê nîne. Gef û şantajên dewleta tirk Iraqê bandor nake. Weke tê zanîn ji aliyê Tirkiyeyê ve ambargoya avê li ser Iraqê heye. Tirkiye ji bo ku li dijî PKK’ê şer bike, avê weke şantajê bi kar tîne. Lê Iraq ne di rewşekê wisa de ye ku serî li ber van gef û şantajan bitewîne. Tirkiye plan dike ku di bihar û havînê de operasyoneke nû û berfireh li dar bixe. Dixwaze Iraq û Herêma Kurdistanê jî piştgiriyê bidin. Di her rewşê de PDK’ê hemû hêza xwe seferber kiriye da ku ev operasyonên dewleta tirk encam bigirin. Li gorî agahiyên ku me li herêma Behdînanê bi dest xistine, ji dewleta tirk re rê tên çêkirin, bingehê avakirina baregehên leşkerî û hêsankirina xebatên wan tê kirin.”

YNK tewîzan nade 

Rojnameger Hêmîn Hesen bal bire ser helwesta YNK’ê û got: “Ev demekî dirêj e dewleta tirk gefan li YNK’ê dixwe. Helwesta xelkê Silêmaniyê û Kurdistanê zelal e. Xelkê Silêmaniyê hemû êrişên dewleta tirk û her cureyên hevkariya bi wê re red dike. Naxwazin YNK tawîzê bide. Bafil Talebanî di bernameyeke hefteyek berê de got; ‘Mam Celal ev nekiriye, em ê çawa bikin?’ Xuyaye ku dagirkeriyê napejirînin û piştgiriyê nadin. Xelkê Silêmaniyeyê amade ye berdêla vê yekê bide lê hevkariya dewleta tirk nake.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.