YNK guftûgo dike

Çarşem 21 Tîrmeh 2021 - 01:05

Hevserokê Yekîtî Nîştimanî Kurdistan (YNK) Lahor Şêx Cengî Talabanî yê hemû rayeyên wî jê hatin standin, dest ji serokatiya lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê jî berda. Di heman demê de Bafil Talabanî yê xwe weke serokê YNK´ê êdî bi nav dikir, ji pêr ve ji nû ve xwe weke hevserokê YNK´ê dide nasîn. 


Lahor Şêx Cengî bi boneya Cejna Qurbanê peyameek bi dîmen weşand. Di peyama  xwe de wî diyar kir ku wî dest ji serokatiya lîsteya Hevpeymana Kurdistanê berdaye: “Ji bo parastina asayîş, aramiya Silêmaniyê û Herêma Kurdistanê min erê kir û bi awayekî demkî desthilata xwe bidin hevserokê duyemîn. Heta ku rêziknameya navxweyî tê sererastkirin. Ev jî weke rêyeke çareseriya pêşîlêgirtina li wê xwîna ku li holê bû, min kir.”


Lahor Şêx Cengî ji bo bêdengiya xwe jî got: “Qet û qet baweriya min bi bikaranîna hêzê nebû û ji bo çareserkirina pirsgirêkên hizbî nîne jî. Li gorî min hêzên pêşmerge û hêzên ewlehiyê tenê di dema metirsî li ser herêma me û welatiyên Kurd hebe, divê berê çekên wan li dijmin be. Nabe li vê herêmê destûr bê dayîn hin kes wan ji bo armacên xwe yên şexsî bi kar bînin.”
Lahor Şêx Cengî bal bire ser mercên radestkirina erkên xwe û got, “Yekane mercê ji bo radestkirinê, li polîtburoyê komîsyonek ji bo lêkolînkirin û şopandina tomet û propagandaya bêbingeh ên li hinek medya û medya civakî kirin, bê avakirin bû. Herî dawî jî encamên wê ji bo Meclîsa Rêveberiyê û raya giştî werin eşkerekirin.”


Lahor Şêx Cengî Talabaniî ji bo serokatiya lîsteya Hevpeymana Kurdistanê ya YNK’ê û Tevgera Gorranê ya ji bo hilbijartina Iraqê jî got, ew ê berpirsyartiyên xwe bide hevserok û meclîsa rêveberiyê.


Lahor Şêx Cengî herî dawî got, ew piştgiriya hemû karên reformê û paksaziyê dike.
Nakokiyên di navbera Bafil Talebanî û Lahor Şêx Cengî de di 8’ê Tîrmehê de destpê kirin û di 15’ê Tîrmehê de Polîtburoya YNK´ê hemû rayeyên Lahor Şêx Cengî dan Bafil Talebanî.

Bafil li hevserokatiyê vegeriya

Ji pêr ve jî tiştekî nû da der: Bafil Talebanî yê ku piştî 8’ê Tîrmehê xwe wekî serokê YNK’ê dida naskirin û li ser profîlên xwe yên fermî xwe wek serokê YNK´ê dida nasîn, pêr careke din li peyva hevserok vegeriya û êdî xwe wekî hevserok dide naskirin. Ev yek li ser profîlên wî jî xuya dike.

SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.