Merdan hate berdan

Pêncşem 20 Hezîran 2024 - 00:36

Merdan Kizilkaya ku li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê ji 20’ê Îlonê heta niha girtî bû, hate berdan.

Kizilkaya ku ji madeya 129b ya li gorî qanûna ceza yê Elman li girtîgeha Stammheimê girtî bû, doh ji girtîgehê derket. Kizilkaya ji aliyê malbata xwe û Kurdên li derdora Stuttgarê, bi kulîlkan hate pêşiwazî kirin. Merdan Kizilkaya li vir axivî û got:’’Li welat û Ewrûpayê hevalên me yên girtî hene. Piştî ji girtîgehê derketim, ew ê têkoşîna me dewam bike.’’ Kizilkaya spasiya kesên hatine pêşiwaziya wî kir. Kizilkaya piştre derbasî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Stûttgartê bû û tevlî taştêya ku ji bo wî hatibû amadekirin bû. 

Hêjayî bibîrxistinê ye, Merdan Kizilkaya di axaftineke xwe ya bi dayîka xwe re gotibû:’’Em birçî ne, ez û hevalan tên.’’ Ev weke xebateke rêxistinî hatibû nirxandin. Di rûniştina 10’ê Sibata 2023’an de, 2 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birrîn. 

STUTTGART

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.