7'ê Çileya 2023'an li paytexta Fransa Parîsê, komkujiyên ku li dijî Kurdan hatin kirin bi xwepêşandaneke girseyî hatibûn şermerzarkirin. Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an hatin qetilkirin, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên 23'ê Kanûna 2022'an hatin qetilkirin, ji aliyê bi deh hezaran kesî ve hatibûn bîranîn û daxwaza eşkerekirina kujeran hatibû kirin.
Polêsan xelkê asteng kir
Ji gelek welat û bajarên Ewropayê Kurdistaniyan tevî dostên xwe berê xwe dabûn Parîsê, lê belê wê rojê polîsên Elman li ser sînor astengî danî bûn. Polîsên Elman otobusên ku ji bo çûyîna Parîsê bi rê ketin, rawestandin û "qedexeya derketina derveyî welat" danîbûn ser gelek kesan, bi vî rengî nehiştibûn gelek kes derbas bibin.
Mijar kete rojeva meclîsê
Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût mijar xiste rojeva Meclîsa Federal. Akbûlût ji Hikumeta Federal pirsî ku çend kesên xwestin 7'ê Çileyê tevlî bîranînê bibin hatin astengkirin û çima biryareke bi vî rengî hate dayin. Wezareta Karên Hundir bersiva pirsa Akbûlût da.
Wezaretê hincet nîşan neda
Wezaretê diyar kir ku 24 welatiyên Elmanya yên xwestin di 7'ê Çileya 2023'an de beşdarî bîranîna li Parîsê bibin ji aliyê polîsên Federal ve hatin astengkirin. Lê belê Wezareta Karên Hundir eşkere nekir ku çima biryareke bi vî rengî hatiye dayin.
Akbûlût a ji Partiya Çep xwest ku hikumet sedema vê biryarê eşkere bike û got, "Mafê ger û geştê mafekî bingehîn ê destûra bingehîn ê welatiyan e. Lê belê ev maf ji aliyê hêzên polîsan ve hatiye astengkirin. Ev biryara polîsan tê wê wateyê ku Hikumeta Federal çok li ber Tirkiyeyê daniye."
ANF/BERLÎN