Mamosta doza mafên xwe dikin

Duşem 12 Sibat 2024 - 00:37

Nêzî 5 meh in mamostayên Silêmanî, Koye, Helebce, Germiyan û Raperîn li dijî nedana mûçe boykot ragihandine û di nava çalakiyan de ne. Mamostayan di çalakiyên xwe de ragihandin ku desthilata heyî tenê bacê li xelkê giran dike û mafên bingehîn ên mamostayan jî hatine zeft kirin. Mamostayan di çalakiyên xwe de bang li hikumeta demborî kirin ku demek ji ya din zûtir bersiva daxwazên wan bidin û ragihandin ku wê zext dawî li çalakiyên wan neynin. Tevî 5 meh in mamosta li meydanan e, hikumeta demborî guh nade daxwazên wan. Ji ber boykot û çalakiyan, bi hezaran xwendevan ji xwendinê bê par mane.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.