Li Zê “Black Hawk Down”

Pêncşem 12 Gulan 2022 - 22:36

  • Artêşa Tirk a ku li Zê û Avaşînê dişike, di 3 rojan de 27 caran sîlehên kîmyewî bi kar anîn. Lê gerîla her derb lê xistin. Gerîlayan 11´ê Gulanê bi şev helîkopetereke Skorsky ya artêşa Tirk xist xwarê.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, derbên giran li êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a mêhtinger dixin. Artêşa Tirk a dagirker ku nikare xwe li deverê bilivîne, li hemberî Qadên Berxwedanê çekên kîmyewî û teqemeniyan bi kar tîne. Qadên Berxwedanê di 10, 11 û 12'ê Gulanê de 27 caran bi çekên kîmyewî, 36 caran bi balafirên şer û helîkopteran, bi sedan caran jî bi obusan hatin bombekirin. Li dijî van rêbazên nemerdane yên dewleta Tirk a dagirker, hêzên me çalakiyên xurt dikin. Di encamê de 6 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn, helîkoptereke bi tîpa Skorsky hate xistin û derb li helîkoptereke êrişê hate xistin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha agahiyên kite bi kite li ser çalakiyên gerîlayan û rewşa şer a meydanî dan: 

Li herêma Zê (Zapê)

11'ê Gulanê saet di 21:30'î de dewleta Tirk a dagirker bi helîkopterên êrişê bombardûmaneke giran li çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahîn xist û piştre xwest bi helîkopterên bi tîpa Skorsky hêzên xwe li deverê deyne. Hêzên me piştî ku ev helîkopter xistin bin kontrola xwe, bi xurtî lê dan. Di encama vê destwerdana hêzên me de helîkoptereke bi tîpa Skorsky derbeke giran xwar, hewl da ji herêmê biçe, lê li Kûnîşka kete xwarê. Li cihê ku helîkopter lê kete xwarê, teqîneke mezin çêbû. Di encama vê çalakiyê de helîkoptereke bi tîpa Skorsky îmha bû û dagirkerên tê de hatin kuştin. Devera ku helîkoptera Skorsky lê ket, piştre ji aliyê artêşa Tirk ve bi rengekî giran hate bombekirin.

11'ê Gulanê saet di 22:30'î de dagirkeran xwest bi helîkopterên êrişê bombeyan li çeperên şer ên li Girê Rûbar bibarînin û hêzên me li wan da.

Di encamê de jî derb li helîkoptereke êrişê hate xistin. Bi destwerdana hêzên me re helîkopterên êrişê neçar man ji deverê biçin.

11'ê Gulanê saet di 23:30'î de helîkopterên êrişê yên ku xwestin bombeyan li çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Çiyareş û Girê Cehenemê bibarînin, bûn hedefa hêzên me. Di encama destwerdana xurt a hêzên me de helîkopterên êrişê neçar man ji qadê biçin.

11'ê Gulanê saet di navbera 23:00-00:00 de helîkopterên êrişê yên di ser qada Mahîr Mîrzo re hatin xwestin bombeyan li qada Çemço bibarînin. Hêzên me dest li van helîkopterên êrişê werdan. Şeva hema rojê helîkopterên êrişê xwestin bombeyan li çeperên şer ên li Şikefta Birîndara û Qada Berxwedanê ya Karker bibarînin. Hêzên me 3 caran li van helîkopteran da. Di encama derbên hêzên me de helîkopterên êrişê neçar man ji deverê biçin.

Li Xakurkê 6 dagirker hatin kuştin

Di daxuyaniya xwe ya 9'ê Gulanê de me ragihandibû ku li herêma Xakurkê di 6'ê Gulanê de saet 16:20'î hêzên me yên YJA Starê li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Derwêş çalakiyeke serketî kirine. Hate tespîtkirin ku di encama vê çalakiyê de 6 dagirker hatin kuştin, 3 dagirker jî birîndar bûn.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.