Li Xaneqînê 25 dibistanên Kurdî hatine girtin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 23 Sibat 2023 - 01:15

Çalakvan û welatiyên Xaneqînê dibêjin, ji ber bandora zimanê Erebî ya li navçeyê metirsiyeke mezin li ser zimanê Kurdî çêbûye. Ew sedema sereke ya vê rewşê jî weke xemsariya hikûmeta Hewlêrê ya li beramberî zimanê Kurdî dibînin. Wan her wiha xwest her kes ji aliyê xwe ve ji bo bihêzkirina zimanê dayikê bixebite.

Em bi rasthatina 21’ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, bi Welatî û çalakvanên navçeya Xaneqîn a ser bi parêzgeha Diyale re peyivîn.

Nivîskar û aktîvîstê civaka sivîl, Selam Ebdullah destpêkê îşaret bi metirsiya li Xaneqînê li ser zimanê Kurdî kir û got, “Li sinorê navçeya Xaneqînê û derdora wê, zimanê Kurdî ber bi nemanê ve diçe. Rewş wisan lêhatiye ku gel bi pirranî bi zimanê Erebî diaxive. Berpirsê yekem ê vê rewşê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Ji ber ku giringiyê bi bipêşxistina dibistanên Kurdî nedaye. Bi taybetî piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an û hatina artêşa Iraqê, welatî ketine bin bandora zimanê Erebî. Niha li navçeyê 25 dibistanên Kurdî hatine girtin.”

 

Nivîskar û hikûmet Kurdî paşguh dikin

Selam Ebdullah bang li zimanzan û rewşenbîrên Herêma Kurdistanê kir da ku li Xaneqînê semîner, panel û civînan ji bo bihêzkirin û parastina zimanê Kurdî bidin. Wî her wiha xwest Hikûmeta Hewlêrê pisporên taybet ên ziman erkdar bike da ku bi rêya kovar, rojname û civînan giringiya zimanê Kurdî derxe pêş. Selam Ebdullah got; “Lê mixabin Hikûmeta Herêmê, wezareta perwerde û rewşenbîriyê heta nivîskaran jî zimanê Kurdî paşguh kiriye.”

 

Metirsiya li ser dibistanên Kurdî

Welatiyê bi navê Tiwana Xelîl jî derbarê zimanê dayîkê de got, “Zimanê Kurdî beşek ji nasnameya neteweya me ye. Divê em zimanê xwe biparêzîn da ku tine nebe. Divê em zêdetir bi zimanê dayikê biaxivîn. Erkê hikûmet, çalakvan, rojnamevan û rewşenbîran ew e ku giringiyê bi bipêşxistin û parastina zimanê Kurdî bidin.”

Di dewamê de Tiwana Xelîl îşaret bi metirsiya li ser zimanê Kurdî jî kir û got: “Niha li Xaneqînê metirsiyeke mezin li ser dibistanên Kurdî heye. Beşek ji wan dibistanan, mamostayên ku dersên Kurdî bidin, nîne. Heger ev rewş wisa dewam bike, zimanê me yê Kurdî wê ber bi nemanê ve here.”

ROJNEWS/XANEQÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.