Li Sorbonnê bayê Ocalan

Pêncşem 11 Nîsan 2024 - 00:57

Li Zanîngeha Sorbonneyê ya li paytexta Fransa Parîsê û yek ji zanîngehên herî bi prestîj ên cîhanê ye, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Di çalakiya ku ji aliyê xwendekarên ji pêkhateyên cuda ve hat organîzekirin de, beşên parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser têkoşîna şoreşgerî û azadiya jinê û bingeha felsefeya Jin Jiyan Azadî hatin xwendin û nîqaş hatin kirin. Her wiha behsa şert û mercên giran ên tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan jî hat kirin, hat gotin ku Parlamentoya Ewropa û CPT erka xwe pêk neanîne. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku divê li dijî pêkanînên dewleta Tirk ên li dijî hiqûqê helwesteke rêxistinkirî bê nîşandan û Şoreşa Rojava ya ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, bê parastin û berfirehkirin. Di çalakiyê de banga tevlîbûna çalakiya ku wê di navbera 15-19'ê Nîsanê de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bê lidarxistin, hat kirin.

ANF/PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.