Li şirîkê xwe xwedî derkevin

Sêşem 23 Tebax 2022 - 21:33

  • Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Hesekê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. 

Nivîsgeha Jinan a PYD'ê li Hesekê, êrişên li hemberî herêmê şermezar kirin û her wiha bêdengiya civata navneteweyî, Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê û Rûsyayê rexne kir.

Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Hesekê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Wê her wiha bêdengiya civata navneteweyî, Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê û Rûsyayê ya beramberî êrişan rexne kir. Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan, Ezîze Hiso daxuyanî li navenda PYD´ê xwend.

Ezîze Hiso got, "Dewleta Tirk ji destpêka tevgera şoreşgerî li herêmê ve û heta niha hemleya qirkirinê ya li dijî Gelê Kurd û gelên herêmê bi giştî dewam dike.

Di van demên dawîn de êrişên xwe yên bi balafirên bêmirov ên biçek li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin, di encamê de gelek welatî, zarok û fermandarên şerê li dijî rêxistina çete ya DAIŞ´ê, şehîd bûn.

Beriya çend rojan dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Hesekê-Til Temirê li nêzî baregeheke Koalîsyona Navneteweyî navendeke perwerdê ya taybet a zarokên keç a di bin kontrola NY´yê de bi balafireke bêmirov kir armanc. Di encamê de 4 zarokên keç şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn. Ev êriş lûtkeya terorê ye.”

nivçîsgeha Jinan a PYD´ê ev êriş weke hilanîn tola DAIŞ´ê bi nav kirin û wiha rexne li bêdengiya beramberî wan girtin: “Em êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bêdengiya civaka navneteweyî, NY´yê, Rûsyaya ku garantorê agirbestê ye û Koalîsyona Navneteweyî ya ku şirîkê QSD´ê ye di têkbirina terorê de, şermezar dikin.

Em bang li civaka navneteweyî û NY´yê dikin da ku bi erkên xwe yên exlaqî rabin, êrişên hovane yên li dijî herêmê û gelê wê bi dawî bikin."

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.