- Li navçeya Silopiyayê ya ser bi Şirnexê, di çarçoveya Mihrîcana Zarok û Şanoyê de, bi tevlîbûna Navenda Çanda Bahar, lîstika "Werne Ziman" hat lîstin.
Li navçeya Silopiyayê ya ser bi Şirnexê, di çarçoveya Mihrîcana Zarok û Şanoyê de, bi tevlîbûna Navenda Çanda Bahar, lîstika "Werne Ziman" hat lîstin.
Mihrîcana Zarok û Şanoyê bi pêşengiya Şaredariya Silopiyayê tê lidarxistin. Bi tevlîbûna Navenda Çanda Baharê li Parka Newrozê ya li taxa Yenîşehîrê, lîstika "Werne Ziman" hat nîşandan.
Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, rêveberên HDP'a Silopiyayê û bi sedan kesî li şanoyê temaşe kir.
Xelkê elaqeyeke mezin nîşanê lîstikê da.Lîstika "Werne Ziman" peyama girîngiya zimanê Kurdî da.
JINNEWS/ŞIRNEX