Li Silopiya ‘Çalakiyên Hunerî’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 27 Sibat 2024 - 00:01

Bernameya "Çalakiyên Hunerî" ya ku organîzasyona wê ji aliyê KASÊD’ê ve hat kirin û ji aliyê Şaredariya Silopiyayê vê hatiye kirin, rastî eleqeyeke mezin hat. 

Bernameya "Çalakiyên Hunerî" ya ku organîzasyona wê ji aliyê Komeleya Jin û Wêjeyê (KASÊD) ve tê kirin û ji aliyê Şaredariya Silopiya ya Şirnexê ve ve tê birêvebirin, li eywana Mem û Zînê hate lidarxistin. Jin bi kincên xwe yên herêmî tev li bernameyê bûn. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Rêxistinên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî tev li bernameyê bûn. 

Em ê şaredariyên xwe bistînin

Di bernameyê de Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan axivî. Fîdan, bal kişand ser girîngiya ziman, çand û hunerê û got: “Bi rastî em kurd xwedî çandeke dewlemend in. Lê em dema ku dinêrin, ji bo ku çand û hunera kurd bidin helandin her polîtîkayek dan meşandin. Mirov gelan bi çand û hunera wan nas dike. Ji bo ku me tune bikin her tişt kirin. Lê jinan, dayikan ev çand parastin. Dema ku qeyûm tayînî şaredariyên me kirin, di serî de dest danin ser saziyên me yen çand û hunerê. Lê pişti ku me şaredarî qezenc kirin, me ji ewilî dest bi xebaten çandê kir. Me bi pêşengiya şaredariyê, bi organîzasyona KASED’ê ev xebat da destpêkirin. Ji bo vê xebatê spasiyên xwe ji wan re jî pêşkeş dikin. Hilbijartinek li pêşiya me heye. Em ê şaredariyên xwe yên qeyûm lê hatine tayînkirin jî bistînin û bi hev re birêve bibin.”  

Piştî axiftinan kursiyerên ku beşdarî atolyeyên govend û erbaneyên yên ji aliyê şaredariyê ve hatin vekirin bûn, performansa xwe nîşan dan. Dayikên Aştiyê jî bi teşiyên xwe û klaman derketin ser dikê. Piştre jî cil û bergên kurdî hatin nîşandan. Bernameya çand û hunerê, piştî konsera muzîkê ya Kolektîfa Rîtmên Azad bi dawî bû.

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.